Silêmanî/ Jinekê, agir berda canê xwe!

Silêmanî/ Jinekê, agir berda canê xwe!

Li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, jineke 26 salî, agir berda canê xwe û xwe şewitand û can da. Hat gotin ku pirsgirêk di nav wê û mêrê wê de hebûne û berê jina 26 salî jî îşkence dîtiye.

A+A-

Hat ragihandin, li wargeha Lubnan City a bajarê Silêmaniyê jineke bin navê R.Ê agir berda bedena xwe û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da. Polis jî girtina mêrê wê jinê ragehand.

Hat ragihandin jineke temenê wê 26 sal agir berdabû canê xwe û piştî ew gehandin nexwaşxaneyê ji ber birîna wê giran bû jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin   ew jin çend sale zewiciye, lê ‘’Li gel hevjînê xwe pirsgirêkên wê hebûn û duh ji ber pirsgirêka malbatî, ji hev aciz bûne û rabûne hev, li gor gotinên mêrê wê jinê, wê jinê neft li bedena xwe rêşandiye û xwe şewitandiye. Heta gihandine nexwaşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye.’’

Li aliyekî din, malbata wê jinê dibêjin: ‘’Gumana me ji mêrê wê heye, ji ber wê jî bi biryara dadwer ve, mêrê wê jinê hatiye girtin û lêpirsîna sedem û çawaniya bûyerê berdewam e.’’

Ji aliyê din ve di torên civakî de hin wêne hatin belav kirin ku tê gotin wêneyên wê jinê ye û di wan wêneyan de aşkera dibe ku ew jin pêştir hatiye îşkence kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin