SÎHAya Tirk li Qamişlo minîbusek bombe kir: 4 kes birîndar bûn

SÎHAya Tirk li Qamişlo minîbusek bombe kir: 4 kes birîndar bûn

.

A+A-

Hat ragihandin ku îro 24ê Sibatê balafireke biçek a bêpîlot a Tirkiyê (SÎHA) li Rojavayê Kurdistanê l ser rêya Qamişlo-Amûdê minîbuseke sivîl bombe kir.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dane, êrîşa li ser rêya Qamişlo-Amûdê ji aliyê SÎHAya Tirk hatiye kirin û dii encamê de 4 kes birîndar bûne ku 3 ji wan jin in.

Piştî bûyerê kesên birîndar ên bi navên; Daliya Şêxmûs (20), Roza Hemo (38), Menîfe Himêdî (33) kesê navê wî nehatiye zanîn bo nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo hatin veguhestin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin