Sıdkı Zilan: Çek berdan nayê qebûlkirin

Sıdkı Zilan: Çek berdan nayê qebûlkirin

Zilan da zanîn ku li kurdistanê ew xwe wek heldankarê potansiyela aliyên civakê yên oldarên otantîk an jî sirûştî dibînin, oldariya tûndrew pesend nakin, dixwazin prensîbên Cemiyeta Azadî li îro bigoncivînine û li ser esasên wê tevbigerin û siyaseteke net

A+A-

Sekreterê Karên Siyasî û Hiqûqî yê Hereketa Azadî Parêzer Sidqî Zilan da zanîn ku li kurdistanê ew xwe wek heldankarê potansiyela aliyên civakê yên oldarên otantîk an jî sirûştî dibînin, oldariya tûndrew pesend nakin, dixwazin prensîbên Cemiyeta Azadî li îro bigoncivînine û li ser esasên wê tevbigerin û siyaseteke neteweyî bimeşînin. Me li ser mijarên ol û siyaset, piştgirîdayîna HDP’ê, hevkariya partiyên kurd û gellek mijarên din bi Sidqî Zîlan re hevpeyvînekê kir.

Hereketa Azadî çima hate damezirandin û armanca we çi ye?

Li Bakurê Kurdistanê, di warê siyasî de, di xeta Îslamî de valahiyek heye. Partiyek yan jî hereketeke ku Îslama gelê kurd temsîl bike tune ye. Di vir de mebesta me ne Îslamperestî ye, lê di warê Îslamî de valahiyek heye û em hewl didin ku em vê valahiyê tijî bikin. Ev valahî valahiyeke dîrokî ye. Yanî ji mêj ve, kurdên ku rengên xwe yên îslamî derdixistin pêş, ji ber ku di nav kurdan de partî yan jî tevgereke ku wan temsîl bike tune bû, beşdarî li partiyên tirk ên îslamî dikirin. Di 10 salên dawî de, bi kar û xebatên xwe me hewl da ku di warê siyasî û civakî de em pêdiviyên vê xeta îslamî ya civakî bibersivînin. Ji ber ku tevgera herî mezin a kurdên bakur xwedî rîwangeyeke sekuler bu, kesên ku nasnameya xwe ya îslamî derdixistin pêş, xwe di nava cemaet, terîqet û partiyên ku bi reseniya xwe tirk bûn de didane temsîlkirin. Wek nimûne; Rayên ku AKP ji kurdan distîne diyar in. Her wiha Partiya Saadetê ya ku di gelemperiya Tirkiyeyê de pir qels bûye, li Kurdistanê ji Sasonê bigire heta Semsûrê 4-5 şaredariyan stendiye. Ev yek tiştekî şanî me dide: Li Kurdistanê hereketeke Îslamî ya Kurdistanî jî pêwîst e. Bi vê mebestê me jî biryar da ku em vê valahiyê tijî bikin û helwest û daxwaza gelê kurd bibersivînin. Em nikarin bêjin em ‘Cemiyeta Azadî’ ne, lê belê weke manewî em xwe nêzîkî wê dibînin û dixwazin destpêkeke bi wî rengî bikin. Ev xewna gellek kurdan e ku temsîla wê bê kirin û em her wê xewnê dibînin. Hereketên din jî hene ku xwe weke berdewamiya wê dibînin, lê em dikarin bêjin ev xewna me ye. Ji bo ku Xalid Begê Cibrî, Şêx Seîd Efendî û heval û hogirên wan ên şehîd ketine bi Cemiyeta Kurdistanê ve girêdayî bûn. Me jî got li ser manewiyata wê xwe ji nû ve rojane bikin. Em projeya xwe pêwîst dibînin û eger em dikaribin binê wê tije bikin, em ê serfiraz bibin.



‘Em hereketeke Îslamî ya otantîk in’



Hun hereketeke bîrdozî ne yan hereketeke civakî ne?

Di konsepta xwe de jî em diyar dikin. Em dibêjin ‘em xwe weke hereketeke Îslamiya otantîk ku di nav civaka me de tê jiyîn dibînin, lê belê esasek me yê herî grîng jî kurdbûn e. Yanî em xwe kurdperwer jî dibînin. Em xwe wek hereketên bîrdoz ên tûndrew ku di vê serdemê de, li hemû dinyayê di rewacê de ne nabînin û em weke wan endezyariya civakî nakin. Berovajî em dibêjin; em dixwazin Îslama ku gelê me di jiyana xwe ya rojane de bi awayekî sirûştî dijî temsîl bikin. Li ser vê bingehê em dixwazin ruhê Cemiyeta Azadî ji nû ve jîndar bikin û Cemiyeta Azadî çiqas kurdperwer be em jî ew çend kurdperwer in.

Hun ji kîjan kevneşopiyê tên?

Wek hereket her çiqas em nû bin jî, lê weke siyasî em kevn in. Yanî beriya wan jî em di nav siyasetê de bûn. Min di nav partiya Refah Seadet û Fazîletê de siyaset kirî ye. Hinek hevalên me berê endamên HAK-PAR’ê bûne û pêşengiya wê kirine. Hinek jî di nav tevgerên din de cih girtine. Çawa Ahmed Turk berê di nav CHP’ê de cih girtibe û Hasîp Kaplan di nav Partiya Komunîst de cih girtibe û paşê vegeriyabin nav tevgera kurd a sekuler, em bixwe jî ji nav partî û tevgerên cûda hatine di bin banê vê hereketê de li hev civiyane. Yanî piraniya me di siyasetê de xwedî tecrûbe ne. Lê ger ku ez li ser şexsê xwe bêjim. Di sala 2005’an de min got; ‘Ji bo min Enqere qediya, divê em Kurdistanê esas bigirin’ û ez hatim nav tevgerên kurdistanî û min di nav TEV-KURD’ê de cih girt. TEV-KURD, tevgereke banî bû û di nav wê de Îslamî komunîst, kevneparêz û ramanên gellek cûda hebûn û di nav me de tu pirsgirêk tunebûn û niha jî tune ne. Piştî TEV-KURD belav bû, em hatin me Hereketa Azadî damezirand, hinekan ÖSP damezirand û hinekan tevgerên din damezirand.

Tu pêwendiyeke we bi HUDA-PAR’ê re heye?

Na, tune ye. Weke bîrdozî em ji heman çavkaniyê nayên, lê belê ez dikarim bêjim ku bandora me li ser wan çêbû ye. Weke siyasî em ji wan kevntir in û HUDA-PAR piştî hereketa me damezirî ye. Belkî me ji wan re rê jî vekiribe. Me dixwest ku Hizbûllah dest ji çekan berde, siyaseteke kurdewar û legal bimeşîne. Çawa ji ber ku projeyeke Tirkiyeyîbûyînê ye em HDP’ê rexne dikin, em HUDA-PAR’ê bêtir rexne dikin, çimku di warê kurdewariyê de ked nedane. Em tu kesî sûcdar nakin lê belê divê em hev û din rexne bikin. Ji ber ku di warê kurdewariyê de ked û bedêleke mezin daye mirov dikare PKK’ê hinek tolere bike, lê belê HUDA-PAR’ê di vî warî de kedeke baş nedaye.

Pêwendiya we bi partî û tevgerên siyasî yên başûr re çawa nin?

Têkiliya me bi hemû partî û tevgerên Başûrê Kurdistanê re hene, em bi wan re pêwendiyan saz dikin lê em Rêveberiya Herêma Kurdistanê(RHK) jî bay-pas nakin. Yanî weke sazûmaneke rewa ya Kurdistana Azad, em RHK û Parlamentoya wê esas digirin. Du pirsgirêkên ku têne kirin hene. Yek; hin partî û rêxistin hene ku dibêjin em girêdayî Kek Mesûd Barzanî ne. Hurmet û neteweyîbûn tiştekî din e, ser çavan, lê em azad in. Em kesî sûcdar nakin û nabêjin hun çima bi filan kes, alî yan jî dewletan re pêwendiyan digeşînin, lê em girêdayî tu kesî, aliyî yan jî dewletekî nînin. Lê dîplomasî tiştekî din e û mafê her hêzeke kurd heye ku bi her hêz an jî dewletekê re pêwendiyên dîplomatîk bimeşîne. Lê wek bingeh em gelê xwe û dîroka xwe esas digirin. Em bi ewropa re bi Amerîka re û dewletên din re jî bi aşkereyî karûbarên dîplomatîk dimeşînin. Her partî û rêxistinên kurd mafdar in ku bi hemû dewletan re; bi Îranê re, bi Sûriyeyê re, bi Amerîka re pêwendiyan deyînin û bimeşînin. Ev vê yekê wek pêwîstiyeke siyasî dinirxînin. Bila ji bo van dewletan bi wekaletî şerê ku dikare ziyanê bide kurdan nekin, wekî din em pêwendîdariya wan wek erkeke siyasî ya hemû kurdan dibînin.

Nêzîkahiya we ya bi Enqereyê re çawa ye?

Em ji Enqereyê destûra tiştekî naxwazin, ew ji bo me ne rewa ye. Ji ber ku heta niha destûrnameya Tirkiyeyê hebûna me rewa nedîtiye û nabîne, em jî destûrnameya wê nas nakin. Navê artêşa wê Hêzên Çekdar ên Tirk e, ger ku tu xwe kurd hest bîkî an jî tu kurd bî, ev tê wê wateyê ku ev artêş ne artêşa te ye. Her wiha ala wê; divê ala tirk. Ger ku rengên te jî di nav ew ala ku li ser te tê ferzkirin tunebe, nabe ku tu bêjî ev ala min e. Hemû ev tişt pêwîstiyekê ferz dikin û ew pêwîstî jî guhertina destûrnameyê yan jî di vê destûrnameyê de hebûna kurdan e. Ger ev nebe, em li Kurdistanê hebûna Enqereyê rewa nabînin.

Hun têkiliyên di navbera aliyên kurd ên bakur de çawa dibînin û divê çawa bin?

Hêza makî ya kurd ji ber ku heta astekî bûye berdevkê daxwazên kurdan û bi hêz bûye, aliyên ku hestiyariyên wan ên olî hene piştguh dike. Yanî tenê xwe kurdên baş dihesibîne. Lê belê kes ji kesî kurdtir nîne, her kesê ku xwe kurd hest dike kurd e, ne hindik ne jî pir. Ev yek ji bo aliyên Îslamî jî wisa ye. Yanî ji ber ku ferzên nimêj û rojiyê pêk tînin xwe baştirîn misliman dibînin. Ev ji bo elewîtiyê jî, ji bo ezdîtiyê jî wisa ye. Hemû kurd bi qasî hev misliman in, bi qasî hev elewîne, bi qasî hev ezdîne û bi gelemperî bi qasî hev kurd in. Kes ji kesî baştir nîne. Di encama nirxandinê de em wiha dibêjin; Li Kurdistanê xayîn tune ye, (Haşa)minafiq tune ye, tenê îxtilaf heye. Çareseriya îxtilafê çi ye? Diyalog e, îstişare ye, xweşbînî û îttîfaq e. Bûyerên 6 û 7’ê Cotmehê û her wiha bûyerên Cizîrê ji sedema bêdiyalogiyê rû dan. Yanî, ger ku beriya van bûyeran diyalog hebûya, dibû ku encamên wiha neyênî derkebin holê. Bi kurtasî, dîyalog parvekirina pirsgirêkan e û bi parvekirinê em barê hev û din sivik dikin û sivikbûna barê me, em ber bi hevgirtin û îttifaqê ve dibe. Erê, ji bo kurd yekîtî û hevgirtina xwe pêk neyînin hêzên ku neyarên hev in jî bi hev re îttifaqê dikin lê divê kurd vê yekê bikin. Yanî her çiqas ji hev hez nekin û rikberên hev bin jî, divê di mijarên hevpar de hev û din hembêz bikin û îttifaqê bikin. Ev îttifaqa kurdan têra her tiştî dike.

Hun serdana HDP’ê û daxwaza wê ya îttifaqê ya ji bo hilbijartinan çawa pêşwazî dikin?

Em alîkariya bi hev re ya hêz û aliyên kurd pîroz dibînin. Îro HDP, bi tengasiya derbaskirina benda ji % 10 a hilbijartinan re rû bi rû maye û ji ber vê yekê dest bi hewldanên gera îttifaka hilbijartinan kirî ye. Bi vê mebestê ji aliyekî ve ji çepgiran, ji elewiyan, ji kes û derdorên lîberal û ji aliyê din ve jî ji hêz û partiyên kurdan daxwaza piştgirî yan jî hevkariyê dikin. Ji hinekan jî nakin. Vê daxwazê li Partiya Saadetê jî kirine. Ev tiştekî normal e. Ji bo serdana me ez dikarim vê bêjim; Her çiqas em siyaseta Tirkiyeyîbûnê nepejirînin jî bi şertên medenî, hiqûqa biratiyê çi li ser me ferz bike em ê wê bikin. Lê em rexneyên xwe jî dixwazin bikin. Nêzîkî salek berê hilbijartinên şaredariyan hebû. HDP, di wan hilbijartinan de, ji me, daxwaza alîkariyê nekir. Çima? Ji ber ku pêdiviya wê pê tune bû. Lê niha ji ber ku pêdiviya wê bi her alîkariyeke piçûk jî heye dawxaz dike. Ji alî din ve, dema biryara ‘Wek partî beşdariya hilbijartinan’ da ji me yan jî tu aliyên din nepirsî. Divê di van mijaran de hinek din hestiyar be û xwe payandarê hemû kurdan nebîne. Ji bo piştgirîdayînê HAK-PAR ne zelal e, PAK ne zelal e. Her çiqas xwe wek partiyeke Tirkiyeyî bide nasîn jî Ji ber ku wek lokomotîf û rengê xwe partiyeke kurd e, ji ber prensîbên biratiyê me got em ê piştgirî bidine wê. Di bergîdana piştgiriyê de me daxwaza tu tiştekî jî li wan nekirî ye. Em ê bi rayên xwe piştgirî bidinê, em ê ji derdorên xwe doza piştgirîdayîna wê bikin û heta pêwîstî hebe di kar û xebatên hilbijartinan de em ê alîkariya wan bikin.

Hûn Pêvajoya Çareseriyê çawa dinirxînin?

Em Pêvajoya Çareseriyê erênî dibînin û em dixwazin bimeşe. Ji xwe sedemeke mezin ê ku em ê di hilbijartinan de piştgirî bidine HDP’ê jî Pêvajoya Çareseriyê ye. Yanî di meşandina vê pêvajoyê de aliyê kurd çiqas bi hêz be, potansiyela wergirtina destkeftiyan jî ew çend zêde dibe. Her wiha ji bo şer raweste û kuştin çênebin, da ku em kurd, xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û xwe û civaka xwe rehabîlîte bikin, em piştgirî didine Pêvajoya Çareseriyê. Her çiqas armanca me ya sereke aştiya navbera kurdan be jî em li Tirkiyeyê û li hemû dinyayê jî aştiyê dixwazin.

Li ser meşa vê pêvajoyê pêşbîniyên we çi nin?

Berî her tiştî ez vê yekê bêjim. Çekberdan îxaneta herî mezin e. Divê PKK çekên xwe bernede, lewre ew çek û hêza ku di destê PKK’ê de ye çek û hêza hemû kurdan e û garantiya kurdan e. Ev qonaxa ku PKK gihîştiyê û destkeftiyên ku hatine wergirtin yên hemû kurdan in. Nabe ku paşve gav bêne avêtin. PKK, bêyî erêkirina hemû kurdan nikare çekên xwe deyne. Divê nikaribe. Lê ji bo hemû kurd vî barê tekoşînê hilgirin ser milên xwe divê beriya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Kongreya Neteweyî ya Bakur bê lidarxistin. Yanî ez, kongreya bakur ji ya neteweyî ya giştî ferztir dibînim, lewre li bakur pirsgirêkên olî yên wek elewîtî û sunnetî, kevneparêzî û sekulerî ku bandoreke neyêkî li tekoşîn û siyaseta kurdan dike heye. Pirsgirêkên siyasî yên di navbera PKK’ê û partiyên din ên kurd de hene. Her wiha pirsgirêkên ziman û asîmilasyonê, pirsgirêkên xizanî û mexdûriyetiya şer hene. Gellek pirsgirêkên mezin hene. Ji ber vê yekê divê li bakur kongreyeke neteweyî bê lidarxistin û li gor biryarên kongreyê yan meclîsek bê damezirandin yan jî dezgeheke din ku li ser navê kurdên bakur biryaran bide bê damezirandin. Di vê çarçoveyê de, divê hêzên çekdar ên PKK’ê jî weke hêzeke neteweyî bikebe bin banê wê meclîs yan jî dezgehê û bibe hêza neteweyî ya kurdan. Li gel pirsgirêkên xwe, çawa li Başûrê Kurdistanê Pêşmerge girêdayî Wezareta Pêşmerge bin, divê li bakur jî hêza leşkerî girêdayî dezgeheke neteweyî be

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
3 Yorum