Sibe 6.mîn festîvala şano ya navnetewî ya Hewlêrê birêve diçe

Sibe 6.mîn festîvala şano ya navnetewî ya Hewlêrê birêve diçe

Biryare sibe 10.12.2019ê demjimêr 18:00ê 6.mîn festîvala şano ya navnetewî ya Hewlêrê birêve biçe û îro piranîya mêvanên bîyanî dê bigehin Hewlêrê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Biryare vekirina merasîma festîvalê li salona Medya birêve biçe û di wê merasîmê de gelek gotarên cuda dê bên xwendin. Roja çarşemê yekem şanogerîya ku berhemê hunermendên Misrê ya derhênerîya wê Semah Sîd dike dê li salona Medya (Holî Mîdya) bê pêşandan.

Şano dê rojane li du demên cuda û li salona Medya û rewşenbîrî û peymangeha hunerên ciwan ên Hewlêrê bên pêşandan û bînerên şano û şanokar dikarin amadebin di dema pêşandana şanoyan de.

Herwaha sponserîya medyayî ya festîvalê K24 dike û di rojên birêveçûna festîvalê de dê amade be û çalakîyên festîvalê rasterast bo temaşevanan veguhêze.

Welatên ku grubên şanoyê lê beşdarîyê dikin jî waha ne: Herêma Kurdistanê (Grubên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Çemçemal) Almanya, Japonya, Polonya, Danîmarka, Fas, Urdin û Misir.

Festîval dê 6 rojan berdewam bike û rojane derveyî pêşandana şanoyan jî gelek çalakîyên hunerî dê bên pêşkeş kirin.

Rêveberîya hunera şano ya ser bi rêveberîya rewşenbîrî û hunerî ya Hewlêrê, serpereştîya festîvalê dike û biryare şeş roj jî berdewam be.


Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin