Sezgin Tanrikulu: Derbarê kuştina Mihraç de ti deng ji civakê nayê

Sezgin Tanrikulu: Derbarê kuştina Mihraç de ti deng ji civakê nayê

.

A+A-

Karvedan û nerazîbûnên li hemberî mirina Mîrhaç Mîroglu yê 7 salî ku di bin tekelên zirîpoşeke hêzên emnî yên Tirkiyê de ma û canê xwe ji dest da, berdewam in. Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu jî dibêje: “Eger Mihraç jiyaba dê îro biçûya dibistanê. Binêrin derbarê vê mijarê de ti deng ji civakê nayê.” Parlamenterê HDPê ê Şirnexê Hesen Ozguneş jî got: “Ji sala 2008an ve 92 rûdanên zirxîpoşan li Bakurê Kurdistanê çêbûne û di wan rûdanan de 40 kes mirine û 52 jî birîndar bûne.”

Parlamenterê Partiya Gel y Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu derbarê zarokê 7 salî Mîrhraç Mîroglu ku, di 3ê Îlonê de li bajarokê Hezexê yê ser bi parêzgeha Şirnexê, di encama lêdana zirxpoşeke leşkerî de canê xwe ji dest dabû li ser hesaba xwe ya medya civakî axifî.

Sezgin Tanrikulu nerazîbûn li ser bêdengiya civakê li hember canjidestana Mîroglu nîşan da û got: “Eger Mîrhraç niha bijiya, dê îro biçûya dibistanê. Binêrin derbarê vê mijarê de ti deng ji civakê nayê. Deng tine!”

Sezgin Tanrikulu  di axaftina xwe de karvedan li ser bêdengiya civakê li hember canjidestana wî zarokê 7 salî nîşan da û got: “Eger Mîrhaç jiyaba  dê îro biçûya dibistanê. Binêrin derbarê vê mijarê de ti dengek ji civakê nayê. Deng tine!”

Tanrikulu ameje bi wê da ku divê tişta rû daye weke bûyereke trafîkê neyê dîtin û got: “Divê Wezareta û aliyên peywendîdar li ser vê yekê tiştekê bibêjin. Ji ber ku meha borî jî bi heman awayî li navçeya Xelatê (ser bi Bedlîsê ye) jî bûyereke bi vî rengî çêbibû. Zarokê bi navê Eyup ez bawerim temenê wî derdora 5-6 salî bû di encama leza zêde ya  wesayîteke konvoya  Fermandariya 2emîn ya Artêşê de canê xwe ji dest dabû.”

Parlamenterê CHPê destnîşan kir ku li gor amarên Komeleya Mafê Mirov, li bajarên navçeyê 37 zarokan di encama lêdana zirxpoşan de canê xwe ji dest dane û got: “Bûyera Silopiyê qet ji bîra min naçe. Du zarokên bi navên Muhamed û Furkan, dema li ser cihê xwe di xew de bûn canê xwe ji dest dan. Ti kes ji wan nehate ceza kirin. Zirxpoş kete odeya wan a razanê. Necezakirina  bûyerên bi vî rengî yên li dijî zarokên wan navçeyan dibe cihê pirsê li cem mirovan.”

Herî dawî Sezgin Tanrikulu bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo lêkolîna bûyerên bi vî rengî pêngavan biavêjin û dibêje: “Qet nebe nîşan bidin ku hûn  lêkolîn û darazeke bi bandor dikin. Mirovan qanih bikin ku ev yek bûyereke trafîkê ye. Lê  di 3-4 salên dawî de, canjidestdana 37 zarokan di encama lêdana zirxpoşan de, tişkteke awarte ye. Ez mirinên din nahijmêrim, ew mirinên ku berdana guleyan. Em rûbrûyî tabloyeke wiha ne.”

Parlamenterê HDPê ê Şirnexê Hesen Ozguneş, li cihê wê rûdanê axivî û got: “Em nizanin çima ew zarok kuşti ne? Gelo şifêrê zirxîpoşê serxweş bû? Eger serxweş be, ji xwe karesate û eger şifêriyê nizanibe karesateke mezintir e.”

Hesen Ozguneş bi berdewamî got: “Ji sala 2008an ve 92 rûdanên zirxîpoşan li Bakurê Kurdistanê çêbûne û di wan rûdanan de 40 kes mirine û 52 jî birîndar bûne û kesên ku van bûyeran dikin, hêza xwe ji siyaseta nijadperestane, eqliyeta faşîstane a hikûmetê û siyaseta cezanebûnê werdigrin.”

Li taxa Turgut Ozalê ya navçeya Hezexê di 3yê Îlonê de, wesayîteke zirxpoş ya hêzên emnî li zarokê 7 salî Mîrhraç Mîroglu xistibû. Mîrhraç Mîroglu yê 7 salî ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatibû rakirin, lê tevî hemû hewldanan jî Mîhraç canê xwe ji dest dabû.

Polîsê ku bûbû sedema mirina Mîrhraç Mîroglu, 3 roj piştî bûyerê ji bo îfadeyan bo dozgeriyê hatibû  bangkirin, lê piştî îfadeyê hatibû berdan.

Baroya Amedê jî di nav de 14 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê mirina Mîrhraç Mîroglu yê 7 salî de daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandibûn ku divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebin mirinên ji rêzê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin