"Seyîdên Sexte"

"Seyîdên Sexte"

Ali K Yildirim

A+A-

Zivistanê, bi gîşt haşemeta xwe, xwe nîşan dida. Li der, sar i serma û pûk bû. Bayê sayî; berf weku kutî digevizand, li vir wê dipêça û dianî cîyê kur tijî dikir. Pez i malên hundir, di wexta avdayînê da, ji tesîra sermayê moze dikir û carikî da xwe diaviti hundir. Di heman firsetê da , çuçikên yabanî ên mayî xwe diavitin oxir nav mîrîşkan û paşê xwe di ber kêranan da, di bin mertegan da, vêdişartin.

Roja dinê subenda ba û berf birîya; di şuna wî da tav derket, hewa hunik, berf nerm bû.

Bavê min bi kalikê min va çûn jur;  berê berf rêş kirin, paşê ser xênî lux kirin. Di rojên waha da bi luxê,  xalî ya ser xênî dihati kîp kirin, bo ku dilop meke. Xurnî  pir caran dereng diket.

Hînê gundî ji xurnîya subê rabûbû ku kutîyên gund deng kirin hevudû, hewt i hewta wan bû. Li jêr yêkî  xebera hatina sê kesan dan. Herkes di meraxê da bû ''Ewanan kî ne, sebeti çi tên?''.

Di wî wextê da cîranê me Apê Sebrî : ''Ez dizanim; ew seyîdin, ew seyîdê Hacî Bektaş in. Min xebera hatina wan çend rojan berê girt''got.

Berê ku seyîd biçûn gundekî, di derheqê wî gundê da, malumat kom dikirin: Kî zêdetir xwadî varîyat, kî nîvan perver, kî destteng e?

Çend xort bi ber bi seyîdan va çun, turên dest seyîdan girtin û ew bi xêr i selamet anîn gund.  Gîşt bi hevra, sê seyîd hatin pêşîyê mala Apê Sebrî .  

Seyîd,  li mala talîbê giranbaha û zimanxwaş Apê Sebrî bi cîh bûn. Xortê malê lexen û îbrik di dest da, yêk bi yêk av li dest û nîngên sayîdan kir. Camêrên gund bi dorê  hatin seyîd zîyaret kirin û destên wan rabîsan. Jinan; weku her wextê,  disan xwe ji mêran, bi taybetî ji bîyanîyan, vêdişartin.

Gora hêsaban ewê seyid, dora heftekî yan jî dehe royan, li gund bimînîyana. Her çixas mala pêşin cîyê mayîn û raketinê bû jî, her rojê di alîyêkî cîranikî da davet kirin parçeyik ji adet û tore bû. Her yêkî gora quvvet û qudreta xwe, li hember xizmetê, weku yarmetî çiralixiq dida seyîdan

Roja duduyan dor hatibû planên girêdana civatê. Di vî civatê da hesabê sala bûhurî bihatana dîtîn, ewê dûşkîn bihatana darxistina darê. Di berê da heta wê wextê,  gundîyan meseleyên navxwe nedibirin hukumetê. Ew tiştikî şerm bû. Mahkeme gora îtîqatê dihati dîtin.

Gundê me ji bera Şêran yê Qabîla Îbîqan dihat. Mezra me Siddiqan, bi gundê me Azgêrê va;  ji gundê Kevreş, ji mala mezin ya Mala Talîb Axa veqetîya bûn. Seyîdên me, bi ya Laçînan ba yêk, ji Ocaxa Baba Mansur dihatin. Seyîd Elî, Seyîd Canê, Seyîd Riza, Seyîd Hemdullah di zanîn û îtîqatê da kûr bûn. Derd i qulê millet ra, ew li çareyikî safî kirina bê êş digerîyan û wexta hewce dibû civat gîşt bi hevra bi gîrî dixistin. Şîn û gîrî rolikî weku terapîyê dilîst.

Seyîd hebûn çavtêr, seyîd hebûn çilliz û lewlês bûn. Di nav seyîdan da jî, weku civata derva, çêşît çeçît însan hebû. Yêk hebû ku, ji ber bi nîngên xasî di navê berfê da çûyînê, navê wî ''Seyîdê Dîn'' hatibû lêdandin. Ji bo nederketina der, yêkê dinê, bi ''Seyîdê Kun Tuneyî'' hatibû nav kirin. Mêrik, xûya bû ku, zêde xwarin nedixarî ye.

Lê Seyîdên vê carê, ji dûr va, ji Hacî Bektaş ji sulala Ulusoyan dihatin. Ewanan, weku seyîdên me yê berê, Kurmancî jî xeber nedidan.

Wê salê, di nav gund da,tiştekî nedîtî hatibû kirin. Rizayê Begê yê Ap Riza; ji ser jina xwe, ji Azgêrê jinêkî bi nîkah Fethîya revandi bû. Ewê dinê jî,  li hember jina xwe, jina Riza ya pêşin revandi û bi vî avayê hêfa xwe ji girti bû. Di eslê xwe da, adalet hatibû cîh; her yêkî gora dil i hez kirinê, di dûşa xwe da yêk dîtî bû. Lê gora gundîyan revandina jinekî bi nîkah dûşkunî  bû; loma kesî bi Riza va xeber nedida, ew tevli civatikî nedikirin.

Vazîfeyîk, ji vazîfa seyîdan jî, lihevkirina cîranan û rakirina dûşkunî yê bû. Li hember rakirina dûşkunîyê dayîna çiralix parçeyik ji adetan bû.

Wê rojê  mêr li odê kom bûn; çend jinên pîr li nêzika dêri li jêrê terengan di kuşikta runiştin. Jinên din, li oda dinê ji xwe ra cîh dîtin. Cîyê kesekî dûşkin di civatê da tûnebû,  loma dibê process bi rakirina dûşkunîyê destpê bikirina ku ew kes jî, weku kesên dinê azad û bêguneh, di rojên pêşin da beşdari civata (Cema) plankirî bibûna.

Duwarên odê bi cacimên rengîn hatibûn xemilandin. Li jur lamba qazê ronahîyêkî loş dişandi her çar hêlan. Li seranserê her sê alîyên odê terengên, bi ber û kîlîman, dirêj dibûn.  Tîna sobê ya li rûmala odê hundir germ dikir. Li ortê seyîdê qollik ê rûken û zimanxwaş weku lîder,  li herdu hêlên wî, du kesen kirze yên gumere û rûtirş; li ser postê ser doşenga ser têreng, rûniştibûn.  Seyîdê qollik bi xwandina duan destpêkir, yên kevîyê bi gotina ''Allah! Allah!'' ew temam dikirin. Piştê demikî ne zêde, dor hati pirsê:  

''Kesên dûşkun li vî gunda hene yan na?'' got Seyîdê xwadî otorîte.

Li ser navê gundîyan yêkî qala vuqata Riza û xanima wî kir.

Seyîd: ''Emê berê dûşkunîya wan rabikinê'' got. Di esasê xwe da,roya pêşin,  li hember  rakirina dûşkunîyê alîyê sêyîdan û yên din, bi dayîna pêncsed panotê, gêhêştibûn lihevkirinikî.

Li pêşîyê Riza, li dû wî jina wî Fetîya, ketin hundir. Riza û xanima wî, suc i gunehên xwe qebul kirin, poşmanî nîşan dan û ef ji seyîdan xastin.

Seyîd: ''ji bo ku efa we qebul bibî, dibê em gora sûcê we cezayikî bidinê we. Sucê we giranê, le bi îcazeta Xwadê emê cezayikî siviktir bidinê we. Win qebul dikin yan na?''

-''Herê!''

-''Cemaat qebul dike?''

Îtîraz tunebû, loma Seyîd xastina anîna distar û dûstîn kir.

Bi alîkarîya çend kesan, distar di hustîyê Riza da, dûstan jî di ya Fethîya da hati darda kirin. Li orta odê sobê ji germê sur bibû. Seyîd meşa di nav arê sobê da germ kir ''Hu! Ya Allah!'' got berê di henîya Riza, paşê di henîya Fethîya ra kir. Bîna goştê serarkirî gêhêşti her kuşikê odê. Buk i qîzên, ku di qeftenga dêrî da bi dizikan sêri hundir dikirin, bi dîtîna vî îşkencê li cîyê xwe cemidîyan. Riza û jin bi alîkarîya çend kesan hatin rakirin û birin xênî. Herdu weku çerm di ser têreng ra kişîyan. Fethîya li ber jana henîya şevitî bi dengikî şewiti dikuzîya.

Roja dinê dîya Riza; jina Begê Amojina Gulî ya pisxaltîya Kalê me , kiri qîrin i birin di jur da keti nav gund. 

Amojina Gulî  bi dengikî bi hêrs bilind: ''Ez terim we şîkayeti hukumetê dikim; law i buka min di cillan dane. We hem ew dax kirin, hem jî şerm nakin ji min pênc sed panot çiralix dixazin!''

Kalê me hati pêşîya pisxaltîya xwe bi dengikî bi hêrs '' Çille! Tu çitan nêsiki Xwadê yê min dibî? Çavê wî li çavê Hezretî Elî çûye! Tu li wî Dunê şefaatî nabînî! '' got.

Seyîdên Ulusoyê yên Hacîbektaş sêr kirin ku çare tune; tur i torbeyên xwe girtin  û bê pênc quriş çiralix li gund zivirîyan. Wê salê civat (cem) nehati grêdan, loma seremonîya birayetîya musayîban nehatî cîh.

ji bo haş kirinê, ku neçe gillî, Apê Alîriza; ji pisxaltîya xwe ya Amojina Gulî yê ra mîrîşk şerjê kir.

Piştê reva seyîdan navê wan kesan derketi navê''SEYÎDÊN SEXTE''.

Hîn zêde wext ranebirti bû ku , weku kesekî berba, Kalê me bi gotinê xwe poşman bû û ser da ''Low me çima ew saxtekaran terrik nekirin? Mêrikan hatin li gundê me em xapandinê...'' got.

Seyîdên sexte çûn lê rêça bîrîna wan di henîya Riza û Fethîya da anda nebû.

Îro nêçar hezar qat îşkenceyên waha li hember însanên me hat  û tên kirin ku va  ji keskî ra tiştikî biyanî nine.

Cîyê birîna fîzîkî pir caran xwaş bibi jî, rind bûyîna birîna psîkolojîk pir bi zahmete.

Îşkence dijminîya însanîyetê ye, loma li hember derketin vazîfa însanî ye.

Seyîd, xoce û şêxên saxte zayif bûn; cîyê wan bi yên nuhuyan, bi hêzên devletê û paşê jî bi sîyasetvanên sexte va, hati tijî kirin. Îşkence; li herdû alîyan di dest sîyasetvanên sexte da, weku hacetikî bi qiymet, li hember millet hati kar anîn.  Di tarîxê da her wext xelq bi vaadê xwaş hatîye xapandin.

Kûltûra demokrasîyê; ku ji ilm û zanînê îlham digirî, li hember dek û dolaban û saxtekaran panzehîr e. Di nav refê demokrasîya pluralîstîk da , weku her kesê, cîh Ji dîndarên humanîst i bi tolerans ra jî heye.

Cîyê derewan bi parastina rastîyan teng dibî. Dibê dîndarên ne sexte, weku kesên dinê, li hêla rastîyê û adeletê bin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin