Şêx Seîd ji Rûsyayê re nameyek dinivîse

Şêx Seîd ji Rûsyayê re nameyek dinivîse

Dû nameya Ebdilqadirê Nehrî, Şêx Seîd sazîyekê ava dike û Xalid Begê Cibrî jî wek serokê wê wezîfedar dike.

A+A-

Welat Agirî

Berîya serhildanê Şêx Seîd di kongreya Erzeromê de ji ûris re nameyek dinivîse û dibêje:

“Hûn bi cografîya Kurdistanê ve, dewletek him sînorên me û him jî ji dewletên awropî çêtir mesele û tarîxa me nas dikin. Çawa ku hûn şoreşên me jî yeko yeko dizanin, jê û pê ve dîsa hûn dizanin, ku miletek xerîb di bawermendîya îslamî de ji Mengolya derbazî welatê me bûne, li me hukum dikin, sîtemkarîyek welê ku bawerî bi hiqûqa me ya nijadî û tarîxî jî naynin. Dixwazin me di welatê me de asîmîle bikin, heya nahêlin ku em bi zimanê xwe ê maderî bixwînin û binivîsin, ji tevaya mafê însanî em bê par kirine, di warên civatî û abûrî de jî her û her dijwarîyên mezin dighînin me.

Aydîyalojîya we alîkarîya miletên bindest e, dema em bi doza xwe ve rabin, hingê em hêvîya alîkarîyên sîyasî ji we dikin. Berîya kutahîya nivîsarê, em îhtirama xwe ji we re pêşkeş dikin, çavnêrê bersîva we ne. Ji bona civînekê, zeman û mekan spartîyê we ye”.

 

Bersîva Rûsyayê:

“Em dizanin, hûn nijadê arî, koka rojhilata navîn in. Ji ezmînên dûr ve, di wê etnografîyê de her mayînde ne. Ji milê din, em dizanin ku welatê xwe de sitembar in, kesek nikare vê înkar bike. Lê em têkilî bi hundurê hin dewletên din nakin, û dîsa ji alîkarîya sîyasî re jî ne amade ne. Lê dema ku hûn bi doza mafê xwe ve rabin, em alikarîya hukumata tirk jî li hember we nakin”.

Şervanekî serhildana Şêx Seîd, di pirtûka bîranînên xwe de ji bo alikarîyê behsa nivîsandina nameyê û bersîva ûris (li jorê) dike. Ev name li Erzeromê, di kongreya sazmana mafê kurd de tê nivîsandin. Serokê vê sazmanê Xelid Begê Cibrî bû.

Heya îlana cumhûrîyeta tirk, li Stenbolê teşkîlata kurd tealî û teraqî hebû û serokê wê jî Ebdilqadir Efendî (kurê Ûbeydûllahê Nehrî) bû. Bi îlana cumhûrîyetê ve, meşandina kar û xebatên li Stenbolê gelekî dijwar dibe, ku Ebdilqadir Nehrî nameyekê ji Şêx Seîd re dinivîse û dibêje:

“Li vir ji me re rêya xebatê nema, me divê tu bi zanîna xwe li Kurdistanê, bi hin kesên zana ve, sazmaneke sîyasî û armancdar bidî sazkirin”.

Dû nameya Ebdilqadirê Nehrî, Şêx Seîd sazîyekê ava dike û Xalid Begê Cibrî jî wek serokê wê wezîfedar dike. Ew sazîya bi navê qewmîyeta kurd û doza huqûqê, ji şêx û melan pê ve, tevda serokên eşîran û qumandanên leşkerên alayan pêk hatibû. Di nav leşkerên wan qumandanan de şervanên hêzên eşirî, yên xwendingeha cengdarîyê ya Stenbolê û ew leşkerên li Qafqasyayê bi hêzên ûris re ketibûn herbê, hebûn.

Ev kongra Erzeromê ya sala 1924an, civîneke pêşîn bû û armanc jî ji bo rojên pêş xwestina destek û alîkarîya dewletên din bû. Hesen Hişyar dibêje: “di wê civînê de hinan gotin firansî li Sûrîyê ne, em alikarîyê ji wan bixwazin; hinan gotin li Îraqê em xwe bighînin îngilizan; didoyan ji wan gotin, vaye Rûsya nêzîgtir bi sînorê me ve ye. Hingê hin kesan rabûn gotin, rûs dewleteke bê dîn e, em tu hêvî jê nakin. Şêx Seîd got, hinan îngiliz, hinan firansa gotin kesek ji we nexeyîdî, lê dema ku wan behsa rûsan kir, hûn zivêr bûn. Hûn di warek sîyasî de dostanî û alikarîyek diwêlî dixwazin, hingê çi tekilîya we bi dînê dewleta heye”?

Erê piştî van meşweretan, kongre ji ûris re nameya daxwaza alikarîyê dişîne lê Şêx Seîd jî nizanibûye, ku berîya wê kongreyê, di sala 1920an de tirka bi ûris re peymana Gumrîyê îmze kirine.

Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin