Şêx Mahmûd Yeşîl çû ser dilovanîya xwe

Şêx Mahmûd Yeşîl çû ser dilovanîya xwe

Kedkarê doza azadîyê, welatperwerê Kurd Şêx Mahmud Yeşil êvara 08.05.2016an de di bûyereke trafîkê de li Diyarbekirê çû ser dilovanîya xwe.

A+A-

Kedkarê doza azadîyê, welatperwerê Kurd Şêx Mahmûd Yeşil êvara 08.05.2016an de di bûyereke trafîkê de li Diyarbekirê çû ser dilovanîya xwe.

Şêx Mahmûd di 1938’an de li gundê Garisiya Şêxa ku li herêma Silîva ye hatîye dinê. Di medreseyan de  xwendîye, gelek salan meletî kirîye.

Di salên 60î de  bi aktîvî sîyasetê re mijûl bûye, di dema hilbijartinan de li gundan propagandaya TIPê kiriye, bi kadroyên wê demê yên kurdpereweran re di nav danûstendinan de bûye. Bûye yek ji dameziranerê DDKO ya Farqînê û di 12ê Adara 1971ê de hatîye girtin di girtîgeha Diyarbekirê de maye.

Çend caran di şaredarîya Diyarbekirde encûmanî kiriye. Şêx Mahmûd şexsîyetêkî naskirî bû. Di 2009ê de bi navê “Desteyek ji çîroka jiyana min” bîranên wî wek kitêb çap bû.

kiteb-m-yesil.jpg

Bi mirina wî gelê Kurdistanê şêxekî xwe yê neteweperwer, tevgera niştîmanperwer a Kurdıistanê kadroyekî xwe yê hêja wenda kir.

Rûpala Nû ji malbata wî re sersaxî, sebir û metanetê dixwaze. Bila serê gelê Kurd sax be!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
2 Yorum