Şêwirmendekî Erdogan ji ber dîplomaya sexte cezayê zindanê wergirt

Şêwirmendekî Erdogan ji ber dîplomaya sexte cezayê zindanê wergirt

.

A+A-

Dadgeha Enqerê, cezaya 5 sal zindanê bi ser şêwirmendekî Serokomarê Tirkiyê de sepand. Dadgeha Bilind jî ew biryar hilweşand.

Sedema wê biryarê bawernameya sexte bûye ku ji aliyê Şêwirmendê Erdogan ve hatiye wergirtin, lê ji ber paşxistina bicîhkirina wê biryarê, dadgeha bilind a Enqerê ew biryar hilweşand.

Bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Hamza Yerlîkaya ku werzişkarê niştimanî yê Tirkiyê û parlementerê berê yê AKPê bû, weke şêwirmendê serokomar hatibû erkdarkirin.

Piştre jî her bi biryara Erdogan, weke endamê encûmena kargêrî ya Komeleya Bankên Tirkiyê hatibû damezrandin.

Lê ji ber pirsgirêkên di dîplomaya wî de ku tenê dibistana seretayî xwendiye, doz li dijî wî hatibû tomarkirin û dadgeha Enqerê jî biryara 5 sal cezayê zindanê li wî sepandibû.

Lê dadgeha bilind a Enqerê, ji ber paşxistina bicîhkirina wî cezayî, biryara zindanîkirina Yerlîkaya hilweşand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin