Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê: Me peywendiyeke demdirêj li gel Kurdan heye

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê: Me peywendiyeke demdirêj li gel Kurdan heye

.

A+A-

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn, civîna Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek `taybet, germ û erênî` binav kir û got, “Peywendiyeke me ya demdirêj li gel hevrêyên me yên Kurd heye.”

Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn Mareşalê Asmanî Martin (Sammy) Sampson di hevpeyvîneke taybet de li gel peyamnêra Rûdawê Ala Şalî ragihand, Nêçîrvan Barzanî “bo welatê xwe bi coş e, xelkê xwe bi coş e, herwiha dixwaze bi hevbeşî li gel hevpeymanên xwe karên rast bike.”

 Civîn (civîna Nêçîrvan Barzanî û Ben Wallace) çawa bû?

Martin (Sammy) Sampson: Civîn taybet bû. Me peywendiyeke demdirêj li gel hevrêyên me yên Kurd heye. Civîn gelek germ û erênî bû.

We behsa çi kir û girîngtirîn mijar çi bûn?

Civîn, beşek derbarê dîrokê de bû, ku çawa me di dema derbasbûyî de piştevanî pêşkêş kiriye û em çawa dikarin wê piştevaniyê berdewam bikin û zêdetir jî bikin bo ku wî karî bikin ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê û Iraqê pê heye. Em dixwazin hevkariya wan bikin.

We Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çawa dît? Nirxandina we di civînê de çi bû derbarê wî de?

Ew ji bo welatê xwe bi coş e, bo xelkê xwe bi coş e, herwiha dixwaze bi hevbeşî li gel hevpeymanên xwe karên rast bike. Me jî heman coş heye. Li bîra te be, serokwezîrê me John Major pabend bû bi parastina Herêma Kurdistanê û Iraqê jî bi şêweyekî giştî, ku berî zêdetir ji 20 sal bû.

Derbarê şerê dijî DAIŞê de çi hat gotin?

Belê, bêguman me behsa şerê dijî DAIŞê û damezrandina wan damûdezgehan kir ku pêwîst in bo ku dahatûyeke baş bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin