Şêwirmenda Esed: Xelkê Sûriyê sîstema federalîzmê qebûl nake

Şêwirmenda Esed: Xelkê Sûriyê sîstema federalîzmê qebûl nake

.

A+A-

 Şêwirmenda Taybet a Beşar Esed Lona Şibil di hevpeyvînekê de diyar dike, hevdîtinên wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re berdewam in û “Xelkê Sûriyê sîstema federalîzmê qebûl nake.”

Li gor Şêwirmenda Taybet a Beşar Esed Lona Şibil di hevpeyvînekê bi kenala “RT” a Rûsî re derbarê danûstandinên bi HSD/MSD re eşkere dike: “Danûstandin li cem hikûmeta Sûriyê pirensîb e, ji ber wê hevdîtinên hikûmeta Sûriyê bi wan (HSD) re berdewam in, lê divê ev danûstandin bêyî destêwerdana derve be.”

Herwiha eşkere dike: “Li gelek deveran, lihevhatin hatine kirin. Lê Amerîka bi Tirkiye û van cudaxwazên Kurd dilîze, ew jî fermanên Amerîka bi temamî bi cih tînin.”

Derbarê bicihkirina sîstema federalîzmê li Sûriyê de jî, Lona Şibil destnîşan dike: “Pêwendiya federaliyê bi Destûrê re heye û gelê Sûriyê wê li ser wê biryarê dide. Ez bawer im ku piraniya xelkê me vê yekê red dikin.”

Derbarê helwesta Tirkiyê de, Şêwirmenda Taybet a Beşar Esed diyar dike: “Rayedarên Tirkiyê beriya aloziya Sûriyê hatin Sûriyê û daxwaz kirin ku roleke siyasî ya rêxistina “Îxwan Muslimîn” a terorîst û a destê wê bi xwînê sor bûye were dayîn. Wan daxwaz kir ku roleke wê rêxistinê ya siyasî hebe, endamên wê piştî hemû tawanên ku kirine, ji zîndanan jî werin berdin.”

Şibil diyar dike: “Beriya krîza Sûriyê jî, Tirkiye rê li ber serdestiya îdolojiya tundrew a Îxwan û îdolojiya El-Qaîde li herêmê vedikir. Delîlên li ser vê yekê ew e, Enqere berî şer dest pê bike, kamp li ser sînor ava kirin.”

Şêwirmenda Taybet ya serokê Sûriyê herî dawî dide zanîn: “Hikûmeta Erdogan terorîstên xwe dikişîne nav deverên ku dagir kirine û bi vî awayî hewl dide demografiya wan deverên Sûrî biguherîne.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin