Şeva Piştgiriya Namzedên Tifaqa Welatper û Demokrat

Şeva Piştgiriya Namzedên Tifaqa Welatper û Demokrat

Komîteyên piştgiriya PSK û PAKê li Swêdê, Li Stockholmê ji bo piştgiriya namzedên Tifaqa Welatper û Demokrat şevek amade kir

A+A-

Roza Kurd / Rûpela Nû - Stockholm

Komîteyên piştgiriya PSK û PAKê li Swêdê, Li Stockholmê ji bo piştgiriya namzedên Tifaqa Welatper û Demokrat şevek amade kir Şev ji aliyê Komîteyên PSK û PAK-Swêdê ve ji bo piştgiriyê hatibû amadekirin, ji aliyê Hulya û Şukrî ve hate bi rêvebirin.

seva-tifaqê-6-002.jpg

Şevê bi rêzgirtina şehîden Kurdistanê bi sirûda netewî destpê kir. Li ser navê Komîteya amadekar Kovan Amedî bi axaftinekê xêrhatina mevanan kir û girîngiya piştgiriyê anî ziman. Axaftina hevbeş yê serokê giştî yê PSKê Mesut Tek û serokê giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji beşdaran re hate xwendin.

Du mêvanan yek ji PDK Başûr Omer Sindî û yek ji PDK a Rojhilat Ehmed Kakemenî axaftin kirin û piştgiriya namzedên Tifaqa Welatper û Demokratîk kirin.

Di şevê de gelek hunermendên ciwan wek Mustafa Bilge, Hunermend Saleh, Dilovan Akblad, koma kobaniyê beşdar bûn û bi dengê û hinera xwe şev geş kirin. Ciyê gotinêye ku hemû hunermendan jî wek piştgir beşdarî şevê bûn. Berpirsên PSK û PAKê li Swêdê spasiyek taybet bo piştgiriya hunermendan kir.

Mesaja her du serokan ku ji bi beşdarê şevê re hatibû xwendin li jêr e:

Ji bo Komîteya Şeva Piştgirîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat

Hemû dost û hevalên ku beşdarî vê şeva piştgirîyê bûne, em li ser navê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê û Partîya Azadîya Kurdistanê bi hestên xwe yên welatperwerî  silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin.

Xuşk û birayên hêja,

Me bi vê gav û helwesta xwe ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat got ‘Êdî Bes e’.

Me got divê em di hilbijartinên herêmî de ji gelê xwe re rê û alternatîfa netewî, niştimanî, welatperwer pêşkêş bikin.

Me got ne sîyaseta ‘yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al’’; ne jî sîyaseta ‘Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş’

Me got ne qeyûm û ev şerê qirêj yê li dijî gelê me tê meşandin; ne jî sîyaseta xendek û barîkatan, sîyaseta şerê ku zerarê digihîne doza me, digihîne gelê me.

Me got  di pirsa Kurd û Kurdistanê de bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl emê xebat û têkoşîna mafê çerenûsîya miletê Kurd, bimeşînin. Me got îro em li ser bingehê du milet û du welatan, li ser esasê du parlamento û du hikûmetan, bi  şirîkatîyeke li ser esasê wekhevîyê em îro sîstema federalî pêşniyar dikin.

Dost hevalên hêja,

Di serî de AKP û MHP û hemû Partîyên Dewleta Tirkîyeyê dibêjin  yên ku dengê xwe nedine me, terorîst in, ne ji me ne; HDP jî dibêje yên dengê xwe nedine me piştgirên AKPyê ne.

Ev herdu nêrîn jî manîpulasyon in, projeyeke  mihendîsîya civakî ye.

Ev her du îdîa û nêrînên pûç, nêrînê li dijî pir rengî û pir dengîyê ne, nêrînên li dijî azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî ne, em ji binî ve red dikin.

Tifaqa  Welatperwer  û Demokrat, xwedîyê doza miletê Kurd e, xwedîyê doza gelê Kurdistanê ye.

Em dibêjin, emê bajarên xwe jî, welatê xwe jî bi xwe birêvebibin.

Em dibêjin ji bo bidestxistina kursîyeke beledîyeyê, em naçin nakevin bin sîya tu kesî; em şexsîyeta xwe, bername û bîr û bawerîyên xwe binpê nakin.

Em dibêjin doza azadîya Kurdistanê ji hemû berjewendîyên şexsî û grûbî mezintir e, rewatir e, biqimetir e.

Em bangî hemû welatperwerên li dîasporayê dijîn e, dikin: Bi piştgirîya xwe ya aborî, sîyasî, nivîskî, propagandayê û bi beşdarîya xwe ya di kampanyayên me yên xebata hilbijartinê de hêzê bidine vê xeta netewî û Kurdistanî.

Îro zêdekirina dengên Tifaqa  Welatperwer  û Demokrat, dê derzeke mezin li vê sîyaseta yek reng ya li Bakurê Kurdistanê bixe. Ji ber wê jî her dengek jî girîngîyeke xwe heye.

Hûn bi piştgirîya xwe dê hêzê bidine xwe, bidine pêşeroja xwe..

Werin em dest bidine hev û bi hev re hêvî  û rêyeke nû ji gelê xwe re vekin.

Werin bila ev gava biçûk bibe destpêka hêvî, tifaq û yekgirtinên nû û xurtir.

Werin em bi hev re , rûpelekî nû ji pêşeroja gelê xwe re vekin.

Li gel rêz û silavên me.

23.02.2019

Mesut Tek                                                Mustafa Özçelik

Serokê PSKê                                             Serokê Giştî yê PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin