Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa ye

A+A-

Nexşeya herêma Rojhelata Navîn bi peymana Sykes-Picot hat dariştin, pêymanek nepenî (veşartî) bû, ku ev di navbera dewletên Fransa, Brîtanya û Rusya'yê da hatibû morkirin.

Piştê Şoreşa Cotmehê (Oktober) Rusya ji peymanê vekişîya, êdî qedera herêmê ketibû destê herdu dewletên mêtînger (kolonyalist).

Di nexşeyê da Kurdistan'ê cî negirtibû, welatê kurdan hatibû parvekirin, dewrek nû, dîrokek nû dest pê dikir, lê neteweya Kurd li dervayî vê dîrokê ma bû.

Peymana Lausannê (Lozan) ev rewşa kambax pesend kiribû, êdî Kurdistan tine bû, tenê navê herêmek cografî bû, li bakurê Kurdistan'ê ne gelê Kurd û ne jî Kurdistan hebû, ew herêmek ji Tirkîyê û gel jî Tirk bû!

Mixabin, hinek pêşeng û giregirên Kurdan hatin xapandin, piştevanîya danûstandinên li Lausannê kirin, bedela xapandinê bi canê xwe dan.

Piştê morkirina peymanê ti pêdivî bi piştevanîya Kurdan nema bû, derdor û kesên destekker û bi giştî neteweya Kurd bedelên giran dan.

Şert û mercên guncaw ji dest çû bûn, êdî dema mirûztirşî û awirên tûj bû, dewra pelixandin û pişavtinê dest pê kir, dibistanên dewletên dagirker, taybetî li bakurê Kurdistan'ê wekî aşekî kar dikirin, hêj jî dikin.

Wekî min got, ti pêdivîya dagirkeran bi piştevanîya Kurdan nema bû, dema zimanxweşiyê bihurî bû.

Wekî Hêmin Hewramî dibêje, " di dîrokê de her ku welatên navçeyê (dewletên dagirker m.k.) lawaz bûne bi zimanekî nerm û xweş nêzîkî Kurdan bûne, lê piştî ku bihêz bûne êrişî kurdan kirine, lewma tenê serxwebûn dibe garantî ji Kurdan re ku ew tişt dîsa neyên serê me."

Çespandinek gellekî di cî da, li bakurê Kurdistan'ê her roj takekes dubare rûbirûyî vê rastiyê dibe.

Di dîrokê da neteweya Kurd, ji ber ku ne dewlet bû, gellek caran tûşî êriş û karesatan hat, bedelên giran da.

Gelo welatê mirov bêt dagirkirin û mirov di welatê xwe da wekî mêvanekî û ne xwediyê tiştekî bijî, wekî ew ne bes be, zordarî, çavsorî û heqaret li mirov bêt kirin ji vê girantir çi heye?

Mixabin, hêj gellek kesên Kurd, hinek rêxistinan destketiyên dewletbûnê baş fam nekirine.

Berî her tiştî, dewlet ewlehîya gelekî, neteweyekî ye, herweha eger baş bi rêve biçe geşdarîya civakê ye.

Ger baş bi rêveneçe jî, ji bêdewletbûnê baştir e, ji ber ku herdem derfeta dewrek nû heye, dikane baştir bibe.

Gelên bêdewlet, her dem hewcedar in, ku destê xwe li ber hêzek din vekin, bendewar in ku dagirker bona geşdariya civakê û avadankirina welêt tiştekî bike!

Bila ji bîra me neçe, ger dagirker bona xwe pêwîst nebîne, qet ti gavan navêje, ti biryarên di çî da nagre.

Heta ku neteweyek nebe xwedîyê dewleta xwe,  nikane bibe xwediyê dewlemendî û çavkaniyên welatê xwe.

Ez dixwazin bi kurtî bîranînek xwe bêjim; di Parlementa Tirkîyê da ez di Komîsyona Saziyên Aborîya Giştî (KİT, bi tirkî Kamu İktisadî Teşebbüsleri) da bûm, rojekê li ser Bendava Ataturk gengeşîyek hebû, parlementerên partiyên din ji min ra digotin, qaşo wana Bendava Ataturk avakirine hêj em çi dixwazin? Ez berken bûn û min got, we Bendav di sala 1965an da avakir, herweha hêj neqedîye (sal 1992), eger em xwediyê axa xwe bûna, me dê ew çendin sal berê ava bikira, biqedanda, çima ne, çiyê we ji me zêdetir e?

Ger mirov xwediyê welatê xwe be, bona geşdarîya civakê, bona dewlemendiyên welatê xwe, bê guman dê gavên pêwîst bên avêtin.

Dewlemendî û jêderk ne tenê neft û madenên bin erdê ne, herweha yên ser erdê ne jî; av e, robar in, çîya ne, deşt e, çandinî ye û civat bi xwe ye, kar û kar kirin e, hêza civatê ya karkirinê ye.

Siyaset e, sazî ne, rêxsitin in, nasname û azadî ye.

Bê guman, bona Kurdan dewletbûn hestek dîrokî ye, daxwazek rewa ye, lê divê em zanibin ku gellek pirsgirêk civakî dê bi dewletbûnê çareser bibin.

 

Çend salin ku başûrê Kurdistan'ê di nav vê gengeşiyê da ye, lê heta rojên dawî li ser mijarê hevkarî û yekrêzîyek nebû.

Hêvî hebû ku di 100 salî salvegara peymana Sykes - Picot biryarek dîrokî bêt dayîn, lê nebû.

Hevkarîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştimanîya Kurdistan'ê (YNK) carek din hêvîyên me xurt kirin, em dizanin ku li herçar parçeyên Kurdistan'ê gel li benda biryarek dîrokî ye.

Hevkarîya herdu hêzên sereke kelacanîya gel bilind kir.

Îro, şert û mercên herêmê û cîhanê ji her demê bêhtir guncawtir in, tenê li

Başûr be jî, divê neteweya Kurd wekî sed sal berê li dervayî dîrokê nemîne.

Bê guman her takekesê Kurd, divê pêştevanê rapirsîn û serxwebûnê bike.

Me divê jixwe bawerî hebe.

 

Mahmut Kilinc

20.04.2017/Semsûr   

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin