Serxwebûna başûrê Kurdistanê û helwesta Erebistana Siûdî

Serxwebûna başûrê Kurdistanê û helwesta Erebistana Siûdî

Rojnameya nîv-fermî ya El Weten a Erebistana Siûdiye, di anazlîekê de ku roja 25ê vê mehê hatiye belavkirin, gotiye, serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi sûda Siûdiyê ye ji ber ku destê Siûdiyê li Iraq û Sûriyê bihêztir dike, her wiha dikare mîna kêrekê li piş

A+A-

Li Erebistana Siûdiyê, serxwebûna Kurdistanê dikeve rojevê. Rojnameyeke nêzîkî şahê nû yê wî welatî jî dibêje, divê Siûdiye di warê aborî de alîkariya Başûrê Kurdistanê bike ji bo ku pêwendiyên her du aliyan zindî bimînin.

Rojnameya nîv-fermî ya El Weten a Erebistana Siûdiye, di analîzekê de ku roja 25ê vê mehê hatiye belavkirin, gotiye, serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi sûda Siûdiyê ye ji ber ku destê Siûdiyê li Iraq û Sûriyê bihêztir dike, her wiha dikare mîna kêrekê li pişta Îranê bikeve.

Başûrê Kurdistanê dikare bibe asteng li pêşiya bihêzbûna hejmoniya Tirkiye û Îranê

Wê rojnameyê her wiha ragihandiye, Başûrê Kurdistanê dikare bibe asteng li pêşiya bihêzbûna hejmoniya Tirkiye û Îranê ya li Rojhilata Navîn.

Lê rayedarên Herêma Kurdistanê her dem xwestine pêwendiyên bihêz bi Îranê re çêbikin, ji ber ku pêwendiyên partiyên Başûr bi Îranê re pir kevn in û rola Îranê jî di Rojhilata Navîn de bibandor e.

Rojnameya El Wetenê her wiha behsa girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve jî kiriye û gotiye, Rojhilata Navîna piştî girtina Mûsilê êdî mîna Rojhilata Navîna beriya girtina Mûsilê nabe.

Rojhilata Navîna piştî girtina Mûsilê êdî mîna Rojhilata Navîna beriya girtina Mûsilê nabe

Ew rojnameya erebî ku nêzîkî şahê nû yê Siûdiye jî nivîsiye, her çiqas Herêma Kurdistanê di nav 10 salên borî de her dem pêşketiye lê heta niha jî Herêma Kurdistanê cihekî “nenaskirî” ye ji bo beşek mezin ji gelên Rojhilata Navîn.

Di analîza rojnameyê de wiha hatiye gotin: “Kurdên Iraqê karin herêma xwe bikin baxçeyekê di nav çoleke aloz de. Ev serkeftina ezmûna kurd zêdetir piştî girtina Mûsilê derket holê. Hewla Kurdan ji bo avakirina dewleta xwe nesekiniye û bi derbasbûna demê re bihêztir jî dibe.”

Li gorî wê rojnameyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest ji serxwebûna Kurdistanê bernedaye û dixwaze referandomê bike.

Ew rojnameya nîv-fermî ya Erebistanê, diyar dike ku Tirkiye serxwebûna Başûrê Kurdistanê qebûl dike û niha %90ê sînorên Tirkiyê bi Iraq û Sûriyê re ji aliyê Kurdan ve tê parastin, bi vî rengî kurd bûne hêla parastina Tirkiyê li hember DAIŞê.

Kurd %90ê sînorên Tirkiyê li hember DAIŞê diparêzin

El Weten eşkere dike ku Tirkiyê li bajarê Îzmîrê, parzûngehek bi 5 milyar û 600 milyon dolar çêkiriye ji bo petrola Kurdistanê, her wiha îhtimal heye petrola Kurdan jî bi rêya hêla TANAPê veguheze. Hêla TANAP ji bo veguhestina gaza Azerbaycanê bo Ewropayê hatiye kişandin.

Di beşek din a analîzê de hatiye gotin ku kurd pişta xwe bi petrolê girêdidin, niha jî pêwîstiya wan bi dabînkirina mûçeyên 700 hezar karmend û 200 hezar Pêşmerge heye. Ev, ji bilî 1.5 milyon penaber e ku li wir dijîn. Li gorî bûdceya Iraqê divê %17 bibe para Herêma Kurdistanê yanê mehane milyarek û 200 milyon dolar lê rojname dibêje, eger kurd Kerkûkê bixin ser Herêma Kurdistanê bûdceya wan dê zêde bibe.

Tirkiye parzûngehek ji bo petrola Kurdistanê çêkiriye

Li gorî agahiyên wê rojnameyê, petrola Kerkûkê sala 2013ê bi qasî 6 milyar dolar hatiye firotin, lewma eger kurd petrola Kerkûkê jî bifroşin û rojane milyonek bermîl petrol derxînin wê çaxê sê qasî wî pereyê ku Bexda dide wan, dikeve destê wan.

Eger kurd Kerkûkê bixin ser Herêma Kurdistanê dê bûdceya sê qasî ya ku ji Bexdyê tê, bibe

Rojnameya El Wetenê behsa serxwebûna Kurdistanê jî kiriye û gotiye, serxwebûna Kurdistanê rola Siûdiyê li Rojhilata Navîn bihêz dike. Niha Herêma Kurdistanê pêwîstî bi pere heye lewma divê Siûdiye ji vê derfetê sûd bibîne û di warê darayî de alîkariya wê bike û bi vî rengî pêwendiyên xwe û Herêma Kurdistanê zindî bihêle.

El Weten wiha dinivîse: “Dibe niha zû be bersiva vê pirsê were dayîn; gelo serxwebûna Kurdistanê dê bi sûda Erebistanê be yan na? Lê qet zû nîne em pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêz bikin. Serxwebûna wê herêmê eger îro jî bi dilê me nebe dê sibê her çêbibe, vêca bi dilê me be yan bi dilê me nebe.”

Etiket : ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin