Serxwebûn mafê me ye jî

Serxwebûn mafê me ye jî

Federsyona Komelên kurd li Danmark biryara referandoma serxwebûna Kurdistanê di rêkevta 25.9.2017 bi keyfxweşî pêşwazî dike.

A+A-

Federsyona Komelên kurd li Danmark biryara referandoma serxwebûna Kurdistanê di rêkevta 25.9.2017 bi keyfxweşî pêşwazî dike. Di rêkvta 7.6. 2017 Serokatîya Herêma Kurdistanê li gel partî û tevgerên Kurdistanî biryara referandûma Serxwebûna Kurdistanê pêşkêşî gelê Kurdistanê kirin.

Piştgirîya serxwebûna başurê Kurdistanê erkekî netewîye li ser şanê hemû kurd û Kurdistanîyan li cîhanê.

Referandûm bila li hemû gelên Kurdistanê pîroz be, referandûm bi xêr û xweşî bê.

Di van sed salên dawîyê de gelê kurd ji bo mafên xwe yên rewa tekoşîneke bê hempa daye. Berhemê vê tekoşîne gelek giran li ser kurdan sekinîye, gelek qurbanî di vê rêyê de hatine dayîn. Raya navnetewî bi dehan salan, nexwest êş û azarên gelê kurd bibîne. Zordarî, qedexekirina zimanê û çanda kurdî, derbederî û malwêranîye kurdan, komelkujîyên li ser kurdan de hatî encam dayîn, paş guhê xwe ve avêtin.

Paş şerê kendavê rêveberîya Saddam Husên hate hilweşandin, mecal ji bo kurdan afirî ku jîyanek azad û asûde ji xwe re dabîn bikin. Kurdan dest bi avadanîya welatê xwe kirin. Li gel qetlîama Halebçe, Anfal û gelek komelkujîyên din jî kurdan hewla tolvekirinê ne da, kurdan daxwaz kirin ku jîyanek bi hemahengî li gel hemû kêmanîyan li Kurdistanê dabîn bikin.

Rêveberîya bexdayê di destê Şieyan de ye. Ew hemû netewe, kêmanîyên milli û mezhebî wek dijmin, tundrev û terorist dibînin û her wa rêya hemû mecalên ji bo sûd jê wergirtina dam û dezgehên resmî li wan têne tengavkirin.

Wek kurd li Danimarka em li ser rewşa Iraq û Kurdistanê gelek nîgeranîn. Ji bo hemû cîhanê ayane ku hevparîya erbên sune û şîe li ser desthelat û rêveberîya Iraqê projeyeke têkçûyîye. Divê baca vê proja têkçûyî li ser kurdan neyê sepandin.

Em di hemû waranda  piştivanîya ramana mafê çarenivîsî ji bo hemê gelan dikin. Desthilata sîyasîya Kurdistanê ji roja destpêka xwe heya îro nîşandaye û xwedî towanaye ku, li gel hemû kêmanîyên neteweyî û mezhebî li ser bingehê rêzgirtinê bi azad û sirfiraz jîyanekê pêşkêş kirîye. Ji ber wê jî dema serxwebûna Kurdistanê hatîye. Piranîya niştecihên Kurdistanê jî serxwebûnê dixwazin.

Dewleta Danimarka li ser pirensîbên demokratîk û rêzgirtina mafê mirovan hatîye damezrandin. Li gel van prensiban û nirxên demokrasî û mafê mirovan pêwîste dewleta Danimarka piştivanîya daxwazên gelê kurd yên ji bo demokrasî û bidesthînana mafên xwe yênrewa bike.

Îro tenha yek kurd li welatê xwe, li ser xaka xwe, di ewlekarîyê de nîne. Em dispersion, gelo ev rewşe, rewaye ku insan li welatê xwe, li mala xwe di nav tirs û lerzê de bijî û mecalê paşerojeke ewle nebe?

Em daxwazê ji raya giştî ya gelê Danimarka, ji rayedarên dewleta Danîmarka û hemû dam û dezgehên humaniter li Danimarka dikin ku ji bo serxebûnê piştivanîyê bidene tekoşîna gelê kurd li başûrê Kurdistanê.

Federasyona Komelên Kurd li Danmark - FKKD

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin