• Diyarbakır 28 °C
  • Batman 26 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 22 °C
  • Ağrı 16 °C

Şervanên kole, pesneperistên wan û zarokên bêxwedîtiyê

Şervanên kole, pesneperistên wan û zarokên bêxwedîtiyê
Şervanên kole, pesneperistên wan û zarokên bêxwedîtiyê

Zeynel Abidîn

Wekî Nietzsche dibêje, pesneperistî (fetîşîsîm) ya qenciyê bi serê xwe zîrveya xirabî ye. Jiber ku qencî û xirabî di nav jiyanê de û bi her aweyî bi her kes û tişt ve têkeldar e. Tiştekî qenc nîn e ku di heman demê de xirab be û tiştekî xirab tune ye ku tê de qencî jî tune be. Pirs pîvana wan e û pêkanîna wan ya cîh û demê ve rengê qencî jî, xirabî jî diguhere. Eger wisa nebûya jiyan bixwe jî nedikarî berdewam bike.

Em bêjin gendeliya di nav saziyên dewletê de tiştekî pir xirab e û her dîn û îdeolojî ew di dema xwe de bi tundî qedexe kiriye. Li pergalên civakî yên ku gendelî bi tundî qedexe dikin, ji dûr ve wek civakeke pakij xûya dibin, lê gendeliya herî mezin û bê sînor di wan wan de encam dide. Îran, Sûdî Erebîstan û hin welatên din yên îslamî de gendelî dikare bibe sedema serbirînê yan jî bidarvekirinê. Lê gendeliya herî mezin di wan welatan de pêk tê; jiber ku ew kesên ku ti caran serê wan dê nehête birîn û yan jî nehête bi darvekirin, hemî serwet û samanên wî welatî bi binî re radikin, lê mîlyonan bi tenê dikarin temaşe bikin.

Li welatên Ewrûpayê cezayê van kiryaran ne serbirîn e û ne jî bidarvekirin, normal cezayên hepis û diravî dihête dayîn, dîsa jî li gor van welatên tundkiryar, welatên Ewrûpa pûr û pakij in. Jiber ku di wan welatan de jî gendelî hebe jî, ti caran xwe nagîhîne asta wan.

Lîteratûra „çepê" me Bakûriyan de gendelî pir bi hişkî dihête nirxandin û jiber vê yekê jî, em bi tevayî Başûriyan bi zêdebûna gendelî û rizîna civakî rexne dikin. Lê eger baş lê bikolin, em dê bibînin ku di warî gendeliyê de ti caran ew dê xwe negîhinine me. Eger hûn dixwezin vê tesbîtê kontrol bikin, ku da rast e yan ne rast e, ceribandineke biçûk bikin.

Bo mînak; em li bajarê Dihok û Amed bihînin ber hev. Di kîjan bajarê me de parsek pir in, di kîjan bajarê me de kesên ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bihînin û mecbûr dibin parîkî nan pars bikin?

Serpêhatiyeke xwe ya girîng dixwezim parve bikim:

Ez dihatim welat, li Îzmîr piya bûm, ku hin dostên xwe ziyaret bikim û roja din jî berdewam bikim û biçim welat. Me li cîhekî xwerin dixwer, xortekî hat cem me û pere xwest. Hevalên li cem min gotin, „Ya guh nede, ji Sûriyê ne, dev ji miorv bernadin." Min jî xort gazî kir. Cîhê em rûnîştî hinekî lûks bû, li ber behrê bû. Gênc hat, yekî 16-17 salî... Min got, „were berî bi me re xwerin bixwe, paşê em dê binihêrin derdê te." Me xwerina xwe parve kir û di vê navberê min jê prisiyar kir, "Tu xelkê kûderî yî?" Got, "Sûriyê?" Min pirsî "Kîjan bajar?" Got "Kobanî!" Hevalan matmayî man, şerm jî kirin. Me qise kir, gênc nanê xwe xwer. Ji malbata wî gelek kes şehîd ketine û ew jî jiber ku nekariye li Urfayê star bibe, hatiye Îzmîrê.

Bifikirin, xortekî Kurd li Urfayê star nebûye û hatiye li bajarê ku nijatperestiya xwe pir xurt e, kariye star bibe.

Niha em dikarin fêm dikin, pesneperistiya berxwedana Kobanî, ew gotinên xwerindî û çîrokên lehengiyê hat û li ber qirika me miçiqî. Nexwe em xwe dixapînin, em derew dikin, yanê em di bin nirxên mezin yên mirovayetiyê de dîsa wan xirabiyên ku bi hezaran însanên me di şerê wê de dibin qurbanî, pêk dihînin. Paşê jî em bi yekser rexne dikin, ku "pêşmerge bi pere şer dike, gerîla bê pere..." Niha em dîsa bifikirin; eger şervanên wê malbatê hem ji bo welatê xwe û hem jî ji bo malbata xwe dema şer dikin, hêzeke ku wê malbatê biparêze, pêdiviyên wan yên rojane bibersivîne xirab e gelo? Yanê ew şervan ne ji bo şer, lê ji bo parastina malbata xwe hinekî pere wergirtiba, gelo çi xirabî hebûya? Qet xirabî dê nebûya û berevajî zarokên wê malbatê di bajarên mezin de di bin piyan de nemabûbana.

Piştî çûna wî gêncî, min ji hevalên xwe re got; "Eger di şerekî de yên şer dikin pere negirtibin, hûn bizanin ku bi mîlyonan zarok di bajarên mezin de mûemelya heywanan bibînin û çi gunehê kesî jî li wan neyê. Jiber vê yekê, ew şervan bi tenê wek koleyekî ezebî yên hêzên mezin dihêne bikaranîn. Di şerekî de qasî hêza wî welatî berî her kesî divê şervan pere bistînin û ew pere bibe hêza parastina zarokan.

Gerîla bê pere û pêşmerge jî bi pere şer dike, pirsiyar dikim, kîjan qencî e û kîjan xirabî ye?

Pir ecêb e, ez niha de hîs dikim, yên ku dibêjin "ya çawa, şerê bi pere qet dibe", belê heman ew şoreşgerên (!) mezin, yek dermanek, yek t-şirtek, yek nanek, yek pirtûkeke xwe bê pere nadin, jiber ku behsa kedê dikin. Lê pere heram e ji bo şervanên Kurd yên ku ew bi dilsozî jiyana xwe didin gelê xwe û zarokên wan şervanan jî di kolanan de nikaribin xwe nêzikî masê wan yê xwerinê bibin,

Jibîr nekin, eger di şerekî de yên şer dikin qet xwedî berjewendiyekê nebin, yanê bes bi hêza îmanê hatibin navşerkirin, di binê wê bazara îmanê de qasî ku em qet nekaribin hizir bikin, ew qas serwet û saman dihête gendelkirin û ew welat ji binî re dihête pêşkêşkirin û li hemberî wî şerî de qasî misqalek jî destkeftî dê nebin.

Niha hûn fêm dikin, çima dunya amade ye ku serxwebûna Kurdistana Başûr qebûl bike?

Jiber ku wan bes ji bo xwe, ji bo malbata xwe, ji bo zarokên xwe û ji bo Kurdistan şer dikin, ti caran nebûne şervanên kole yên xelkî. Yanê ew gava dikevin axê baş dizaninin ku meeşeke malbata wan hebe û ew malbat di binê alaya dewleta xwe de û bi parastina zarokên xwe bikarin bijîn: Ev hizir bixwe felsefeya bingeha serxwebûnê ye.  .

Em Bakûriyan ji bo çi şer dikin? Malbatên şehîd û qurbaniyên me çi dibin? Zarokên şehîdên me li kîjan bajarên Tirkiyê ji bo ku zikê xwe têr bike xwe nêzîkî kîjan sifreyên yar û neyaran dike?

Bila kesek dizane bibersivîne û ez jî ji vê nezaniyê û ezaba wêjdaniyê rizgar bibim.

Ev nûçe 791 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din