Şervanên HSDê êrişa artêşa Tirkîyê li ser Til Temirê şikandin

Şervanên HSDê êrişa artêşa Tirkîyê li ser Til Temirê şikandin

Artêşa Tirkîyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wî êrişî bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Şeva borî li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, şerekî giran di navbera şervanên mesîhî yên HSDê û hêzên Tirkîyê de derket.

Li gorî agahîyan, ew şer piştî wê yekê derket ku hêzên Tirkîyê êrişî Til Temirê kirin.

Çavkanîyên HSDê dibêjin, şervanên mesîhî yên wan ku Til Temirê diparêzin, ew êriş şikandine û gelek serbaz û çekdar jî kuştine.

Piranîya xelkê bajarokê Til Temirê mesîhî ne ji ber wê jî şervanên mesîhî yên HSDê wê deverê diparêzin.

Til Temir di navbera Serê Kanîyê û Hesekê de ye.

 Basnews

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin