Şertên PDKê bo Kerkûkê

Şertên PDKê bo Kerkûkê

Berpirsê Serokatiya Meclîsa Kerkûk-Germiyan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ragihand ku ew ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hewl didin û ew dixwazin ku kesekî Kurd ê bêalî bibe parêzgarê wî bajarî.

A+A-

Kemal Kerkûkî wiha got: “Li Kerkûkê niha rewş gelek xirab e. Di 16ê Cotmehê de komeke îxanetkar Kerkûk bi erzanî firot. Niha li bajêr aramî û ewlehiya can û malê xelkê nîne, sivîl tên revandin û kuştin.”

 

Kerkûkî diyar kir ku bajarê Kerkûkê bûye wek leşkergehekê û wiha axifî: “Niha li bajêr 3 lîwayên girêdayî polîse federal, lîwayeke dijî teror, 12 yekîneyên cuda yên Heşda Şeibî û 12 yekîneyên eşîretan bicih bûne.”

 

Berpirsê Serokatiya Meclîsa Kerkûk-Germiyan a PDKê herwiha da zanîn ku ew wek PDKê hewl didin rewşa li Kerkûkê asayî bikin û banga Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku kesên tevlî bûyerên 16ê Cotemehê bûne, bêne cezakirin.

 

Derbarê mercên PDKê bo vegera Kerkûkê de jî Kerkûkî wiha got: “Divê rewşa li Kerkûkê li gor madeya 140 ya destûra bingehîn a Iraqê bê aramkirin. Divê serjmêrî û referandûm bê kirin. Herwiha divê hêzên serbazî ji bajêr bêne derxistin û erka wan bo hêzên xwecihî bê radestkirin. Bila Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê Iraqê wek berî 2014ê  ewlehiya bajêr pêk bînin.”

 

Di heman demê de Kerkûkî pêşniyar kir ku bila li Kerkûkê kesekî Kurd ê bêalî heta hilbijartinan bibe parêzgar û got: “Ev kes dibe ne ji PDK û YNKê be. Em vê yekê qebûl dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin