Serpêhatîyên Dayika Sakîne

Serpêhatîyên Dayika Sakîne

“Tacettin û Murat li serê çîya şehîd dibin. Cemal jî li nexweşxaneyê şehîd dikeve. Kurê çarem Servet jî ji xwe re dikanekê vedike. Ew jî ji alî hêzên tarî li ber dikana xwe tê kuştin.”

A+A-

Perîn Muzeyyen Esmeroglu

Malbata wê di şerê Şex Seîd de li herêma Hênê serî hildaye, piştî şkestinê hinek ji wan hatine kuştin, hinek ketine zindanan û hinek jî sirgûn bûne. Sakîne jî di wê sirgûnîyê de, di 1935an de li bajarê Kutahyayê li qeza Tavşanlîyê tê dunyayê.

Bêbextî û zehmetîya li hember Sakîneyê hîn di du salîya wê da bi mirina dîya wê re dest pê dike û bi zilm û işkenceya damarîya wê her berdewam dike

Pîrika wê, Sakine û xwişka wê ji damarîyê digre û li wan mêze dike. Her çiqas di wî emrê xwe yê piçûk de hewl dide kû xwendina xwe berdewam bike, lê şertên jîyanê rê li ber digre

Wê bi Şex Celal re bi zorê dizewicînin, li cem mêrê wê jîyan zehmettir dibe, zilm û qahra malbata mêrê xwe dikşîne.

perin23-003.jpg

Zarokên wan çêdibin,mezin dibin, ji bo xwendinê wan dişîne Dîyarbekirê, zarok li Dîyarbekirê bi tenê ne, Dayika Sakîne mecbûr dimîne mala xwe tîne Dîyarbekirê. Zahmetîya jîyanê, feqîrî û belengazî û zilma mêrê wê her berdewam dike. Keçika wê ya mezin Semrayê bi zora bav û apan ji mektebê derdixin didin mêr. Semra, keçikek jê re çêdibe. Ji ber zilma malbata mêrê xwe û ji ber bêhêvîtîyê xwe dikuje.

Lawê wê yê mezin Tacettin diçe serê çîya, dibe gerilla. Mêrê wê gilîyê kurê xwe Cemal dike û wî dide girtin. Cemal di zindanê de dikeve rojîya mirinê. Wî radikin nexweşxaneyê. Dayika Sakîne diçe seredana kurê xwe, kurê wî kor bûye. Bi zorê diaxife. Ji dîya xwe re dibêje ”Ez ê ji xwe bimirim, lê divê tu dengê girtîyên me bigehînî Ankarayê”.

Tacettin û Murat li serê çîya şehîd dibin. Cemal jî li nexweşxaneyê şehîd dikeve. Kurê çarem Servet jî ji xwe re dikanekê vedike. Ew jî ji alî hêzên tarî li ber dikana xwe tê kuştin.

Bi vî awayî çar law ên wê û keça wê şehîd dibin. Piştî demeke dirêj mêrê xwe yê zalim û nebaş jî wenda dike.

 

Li hember zilm û zordarîya ku li girtîyan dibe, soza ku li ber doşeka mirinê dabû kurê xwe Cemal bi cih tîne û ev xebat û çalakîya wê hê jî berdewam e.

Min gava ku ev pirtûka xwend her çiqas berê haya min ji van tiştan hebû jî, tesîreke pir mezin li ser min hişt, Dayika Sakîne, dîya şehidan, jina kurd, dayika kurd, şepala kurdan, ku ji bo zarokên xwe, ne tenê her tiştên xwe jîyana xwe jî daye ser wan. Dayikek ku derdê bê derman ditîye, dayikek ku bi her awayî aştîxwaz û li hember hemû dayikên ku zarokên xwe wenda kirine bi empatî tevdigere. Bi ser da jî zilm û zora mêrê bê mesulîyet, li hember wê û zarokan. Dayika bi her awayî bêhempa, dilovan. Dayika ku perçê canê xwe wenda kirîye. Dayika ku têkoşîna wan a nîvçemayî berdewam dike, wek şepaleka kurdan ji bo hemû wenda û girtîyan, di şûna hemûyan de li dijî neheqîyê şer dike. Dayika Sakîne ji bo me kurdan efsaneyek e, ew ne tenê dayika zarokên xwe bû. Ew dayika hemû ciwanên girtî yên zindanê de bû.

Nivîskar pir bi awayekî xweş û bi zimanekî rewan û herikbar nivisandîye. Di kitabê da meriv bi awayekî rehet zehmetîya ku jin dikşînin, zilm û zora mêran û civata feodal dibîne.

perin7.jpg

Rojîn Zarg

Serpêhatîyên Dayika Sakîne

EMRÊ DIRÊJ BEXTÊ REŞ

Weşanên APEC, Stockholm, 2018, 146 r

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin