Serpêhatiya min û kitêba Dr. Şivan ya wendabûyî

Serpêhatiya min û kitêba Dr. Şivan ya wendabûyî

Zinarê Xamo

A+A-
Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim qala çîroka kitêba Dr. Şivan a wendabûyî(Ezen ve ezilen milletler sorunu/Gelşa miletên serdest û bindest) û têkiliya xwe ya bi vê kitêbê ra bikim.
Min kitêb ji kê girt, çawa girt, çi kir, kitêb da kê û di netîceyê çi hat serê kitêbê?
Vê meselê, yanî qismê ez tevê bûme û bûme şahid ronî bikim.
Sal baş nayê bîra min lê kane 1977 be. 
Li Anqerê DDKD ava bûbû û ji Wêranaşarê Reşîd Delek jî bûbû sekreter ya jî endamê komîteyê. 
Reşîd Delek ji Wêranşarê bû, em hevalên hev bûn, lê em ne hevalên hev ê siyasî bûn. 
Ez şivancî û endamê partiya Şivan PDK-T bûm û Reşîd Delek jî bi hin kesên din ra, Yalçin…, Ahmet Okçoglu ku dû ra bûn grûba Kawa, hereket dikir.
Ez dibêjim ewê tahtîla havînê be, Reşîd ji Anqerê hatibû malê tahtîlê... 
Wê demê di nava xortan da minaqeşeyên siyasî pir gur û germ bû, destpêka çêbûna grûbên siyasî û şerê îdeolojîk bû.
Di her fersendê da me minaqaşeyên siyasî dikir. Her kesî sixwazet ji siyaseta xwe ra, ji grûba xwe ra hvalan çêke.
Di minaqeşeyekê da Reşîdek Delek ji min ra got, yaho van şivanciyan heta nuha em xapandine, dîtinên Dr. Şivan rast negotine, heta dîrinên Dr. Şivan tahrîf kirine. Şivan merivekî antî Sovyet bûye, Sovyet jî wek Emerîkayê emparyalîst dîtiye. 
Helbet gotinên Reşîd Delek yek bi yek di hişê min da nemaye, lê kêm zêde tiştên wiha got.
Yanî  fikir û îdeolojiya Dr. Şivan ji şivanciyên hevlên wî bêtir, nêzî wan, nêzî grûba Kawa bûye.
Min got derew e, Dr. Şivan tiştekî wiha negotiye. Û em ketin gewriya hev.
Gotiye, negotiye, min got îspat bike, çavkaniyekê nîşan bide. Ev tiştên tu dibêjî  Dr. Şivan li ku gotiye?
Li ser vê, got kitêbeke Dr. Şivan li ba  min heye, di wê kitêba xwe da Dr. Şivan tiştên li dijî Sovyeyê, tiştên antî sovyetîk dibêje.
Min got, heta ez kitêbê nebînim bawer nakim,  ka kitêbê bîne ez bibînim. 
Me li hev kir. Roja din kitêb anî da min.
Min kitêb ji Reşîd Delek girt û min bi heyacan û bi lez û bez berê xwe da malê û bi bêsebrî dest bi xwendinê kir. 
Tiştê Reşîd Delek ji min ra gotibû rast bû. Min di kitêbê da ew beş dît. Belkî rûpela wê jî ji min ra gotibû.
Kitêb bi daktîloyê hatibû nivîsîn. Kaxeta hatibû bikaranî pir tenik(pelûr)bû. Di dawiya her rûpelê da dîpnot hebûn. Hin dîpnot bi daktîloyê û hin jî bi qelemê hatibûn nivîsîn
Kitêb çend rûpel bû nayê tam bîra min, lê ez dibêjim li dora 300, belkî jî hîn zêdetir bû.
Sovyet çawa û bi kîjan gotinan rexne kiribû nuha tam nayê bîra min. Lê Sovyet rexne dikir, digot Sovyet ne adil e û wek welatekî sosyalîst hereket nake. Tiştê Emerîka dike ew jî dike. Mesela Emerîka li Wîetnamê(belkî hin numûneyên din jî hebûn)li hêzên azadîxwaz û serxwebûnxwaz zulmê dike. Ev tê tê zanîn û her her kes li dijî vê zulma Emerîkayê ye.
Lê Sovyet jî eynî tiştî li kurdan dike, piştgiriyê, sîlehan dide rejîma Îraqê û tiştên di vê çarçeweyê da digot.
Ez matmayî mam. Çimkî heta wê demê hevalên me ji me ra qala tiştekî wiha, qala van dîtinên Dr. Şivan nekiribûn.
Ez ketim heyacaneke mezin. Min xwest kitêbê tavilê kopî bikim. Lê di wan salan da li Wêranşarê makîneya kopîkirinê tunebû. Li ba Kemalê berber kopîatorek biçûk hebû, lê him cî ne musaid bû û him jî pir buha bû. Hewqas perê min tunebû.
Lê min biryar da dibê ez vê kitêbê bi hawakî bigihînim hevalan. Nêta in kopîkirin bû.
Rojan din ez rabûm çûm Ruhayê ba Av. Ahmet Melîk. Ez û Ahmet Mêlik dostê hev bûn. Gava diçûm Ruhayê min riya xwe bi yazîxaneya wî dixist.
Min got Ahmet ji min ra daktîloyek lazim e, lê nuha perê min tuneye. Ji min ra bi denyn bikire, bibe kefîlê min, filan rojê ezê perê wan bidim. 
Ahmet Melîk camêr got baş e. Ez û wî rabûn çûn ser dikanekê, ji min ra dakttîloyek Olîvetî ya biçûk kirî. 
Min daktîlo, topek kexetên spî û pakêtek jî kaxetên karbon(yên reş û tenik)kirî û ez vegeriyam Wêranşarê.
Li Wêranşarê dostekî me yê nêzî DDKDê bi navê Mehmet Alî(paşnavê wî nayê bîra min)li edliyê zabitkatibî  bû, yanî katibê hakim bû, bi deh tiliyan û pir zû dinivîsî.
Ez bi şev çûm mala Mehmet Alî. Min daktîlo, kitêb û kaxet danê û jê ra got di nva 3-4 rojan da dibê tu vê kitêbê ji min  ra ji ber binivîse. Min got dibê tu pir ecele bike, pir muhîm e.
Mehmet Alî got baş e, di nava 3-4 rojan da ezê biqedînim.
Roja din ez çûm Swêregê, civîna komîteya herêmê. Ez, Şêxmûs Cibran û rahmetiyê Ahmet Karli endamên komîteya herêmê bûn. Karli serokê komîteyê û ez û Şêxê jî endam bûn. 
Eyûp Uzunê eczacî  jî demakî bû endamê bê komîteyê lê dû ra îstîfa kir. Sebeb çi bû ez nizanim, lê hevalan gotin naxwaze bixebite.  Û ez jî bi dû neketim.
Min mesela kitêbê û tiştê min kiriye ji hevalên komîteyê(Ahmet Karli û Şêxmûs Cinbran)ra got.
Ahmet Karli got, ezê herim Diyarbekrê, meselê ji hevalên merkezê ra bibêjim, heta em xeberekê didin te kitêbê ji dest xwe dernexe. 
Min got baş e û ez vegeriyam Wêranşarê.
Piştî du rojan, bi şev deriyê min lê ket. 
Min çû derî vekir, min dît Şêxmûs Cibra û hevalekî me yê ji gundê Qereqoyinê ne. 
Hevalê ji Qereqoyinê şofêrê texsiyê bû, texsiyeke spî bû. Heger şaş di bîra min da nemabe navê hevalê qereqoyinî  Mistefa bû, yanî wî erebe dajot.
Şêxê ji min ra got, heval orjînala kitêbê dixwazin. Dibê ev kitêb ji destê wan derkeve.
Min got baş e, ez li erebê siwar bûm û em bi hev ra çûn mala Mehmet Alî. 
Min kitêb û li dora 100 rûpelên Mehmet Alî  ji ber nivîsî bû teslîmî Şêxê kir. Û ketin rê û çûn.
Di ser ra çend roj derbas bûn, Reşîd Delek kitêb ji min xwest.
Min got ez kitêbê nadim. Min kitêb da havalên Dr. Şivan.
Reşîd dîn bû, got çaw tu nadî, çawa tu kitêba me didî xelkê, ev ne îşê heneka ye, netîceya wê ewê pir xerab be û gelek tiştên din me ji hev ra got, nuha hemû nayên bîra min.
Lê me hev û du pir gerand, me dilê hev hîşt û hev û du bêminet kir.
Piştî demekê Reşîd Delek bi du kesên din ra(ez dibêjim yek Ahmed Zekî Okçuoglu bû. Navê yê din nayê bîra min) li Wêranşarê dîsa ban min kirin, gotin em dixwazin bi te ra bipeyivin.
Em li çarriyanê(dortyol)çûn li qahweyekê rûnişitin û kitêb ji min xwestin. Gotin dibê tu vê kitêbê bînî, emê çap bikin.
Tiştê di bîra min da maye, min jî got, min kitêb daye hevalên Dr.Şivan. Çimkî ew mîratxurên Dr. Şivan in, tu mafekî we li ser kitêba Dr. Şivan tuneye. Yanî min got em kitêbê nadin.
Me gelkî minaqaşe kir, lê min fikrê xwe her dubare kir, min got kitêb ya serokê me ye û em nadin we.
Piştî vê hevdîtinê û manaqeşê hew kes li min geriya, hew kesî hat kitêb ji min xwest.
Piştî ku em derketin Ewrûpayê, em bi hev ketin, partî perçe bû, yanî gelek sal derbas bûn, min aqûbeta kitêbê ji Eyûb Alacabey û hin hevalên din pirsî. 
Tiştê ji min ra gotin, kitêb û hemû arşîva partiyê li gundê Omer Çetîn bûye. Birê Omer Çetîn hemû arşîva partiyê, ew kitêb jî di nav da bûye, bi şev biriye li çolekê vaşartiye û bi salan wer li wir maye. Û dû ra jî gava xwestine derxin ciyê lê veşartiye nedîtiye. 
Bi vî hawî kitêba Dr. Şivan û hemû arşîva partiyê(KÎP)ê di bin erdê da maye yanî wenda bûye.
Tiştê ji min ra hat gotin ev e.
Li ser wendabûnê kitêbê Omer Çetîn bi xwe jî di hevpeyvîneke xwe da gotiye:

”Nusxeyek vê kitêbê ket destê min. Hemû belgeyên min, nameyên Celal Talabanî ji min ra nivîsî bûn, nameyên min ji wî ra nivîsî bûn, nivîsînên(korrespondensên, yazişma) bi Elî Eskerî û Yîkîtiyê ra, min ev belge hemû li gund hîştibûn. Dema girtin ser gund, birayê min bi şev vana dibe li derekê vedişêre. Dû ra jî ciyê lê veşartiye nayê bîra wî. Bi vî hawî bi hemû belgeyên di destê min da bûn ev kitêb jî wenda bû.”

Wek tê dîtin Omer Çetîn jî eynî tiştî dibêje, yanî kitêb di bin erdê da ye û ciyê wê nedîtine. 
Omer Çetîn, navê kitêbê nade. Navê kitêbê çi bû nayê bîra min bi xwe jî. 
Lê Salahattîn Alî Arik, di kitêba xwe ya bi navê ”Dr. Şivan, Saît Elçî, Suleyman Muînî ve kurd trajedîsî” , di rûpela 509a da navê kitêbê wek ”Ezen ve ezilen milletler sorunu” (Gelşa miletên serdest û bindest)dide.
Di kitêba Arik ya din da jî(Dr. Şivan, Saît Kirmizitoprak) da jî eynî agahdarê heye.
Bi kurtî çîroka kitêbê beşê min eleqeder dike, beşê haya min jê çê bûye ev e.
Xwezî Reşîd Delek kitêb neda min, xwezî min neda hevalan û xwezî ev berhem bi vî rengî wenda nebûya.
Ji ber ku kitêb wenda bû û negihîşt destê xwendevanên kurd, ji bo ku ez bûm sebebê wendabûna wê ez gelkî xemgîn im û xwe cûcar his dikim.
Lê çi bibêjim û çi his bikim jî netîcê naguhere…
Îro bûya helbet minê wer nekira. 
Lê di şertên wan rojan da kirina şaşiyeke wer pir normal bû. Bi texmîna min kî di dewsa min da bûya ewê eynî tişt bikira.
Ji ber dijayetiyên siyasî û îdeolojîk me çavên hev derdixit. Şerê me yê îdeolojîk yê bêsebeb û malkambax zirareke mezin da me. Ne ew berberî û dijminatiyên îdeolojîk bûya me yê bi hev ra gelek xebat û xizmetên baştir kiribûya.
Lê me nikanîbû rê li ber wê merhelê bigirta, dibê ew dem, ew qonax bihata jiyîn, mixabin… 
 
Navê kitêbê, Gelşa miletên serdest û bindest(Ezen ve ezilen milletler sorunu)
Salahattîn Alî Arik: Dr. Şivan, Saît Elçî, Suleyman Muînî ve kurt Trajedîsî(1960-1975), rûpel 509
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin