Serozgerê Komarê yê Enqerê çûye serdana Erdoğanî

Serozgerê Komarê yê Enqerê çûye serdana Erdoğanî

Hate ragihandin şeva ku DMMEyê, biryara xwe di derheqê Demirtaşî de da, Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yüksel Kocaman çûye serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğanî.

A+A-

Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yüksel Kocaman li ser hesaba xwe ya facebookê bi nîşeya 'Doh êvarê digel Rêzdar Serokomarê me' wêneyek ku digel Erdoğanî kişandiye parve kir.

Di derbarê vê hevdîtina ku bi daxwaza Erdoğanî pêk hatiye, tu daxuyanî nehat belavkirin.

Balkêş e hevdîtin, şeva Duşemê ku biryar ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derketibû ku divê Selahattin Demirtaş were azadkirin. 

Naye zanîn ku di vê hevdîtina Kocaman û Erdoğanî de li ser mijara Demirtaşî de guftûgo hatiye kirin an na.

Lê tê zanîn doza  Demirtaşî li Dadgeha Enqerê tê dîtin ku ew dadgeh di bin berpirsiyariya Serdozger Yüksel Kocamanî de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin