Serokwezîrê Tirkiyê seredana Kurdistanê kir

Serokwezîrê Tirkiyê seredana Kurdistanê kir

Di 08-01-2017ê saet di 00.30ê (bi saeta Hewlerê) de Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ligel şandekê, ji Bexdayê gihişte Hewlêrê.

A+A-

Di 08.01.2017ê saet di 00.30ê (bi saeta Hewlerê) de Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ligel şandekê, ji Bexdayê gihişte Hewlêrê.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmareke wezîran ve hat pêşwazîkirin.

Di şanda Tirkiyê de Wezîrê Berevaniyê Fîkrî Işik, Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Çavkaniyên Şirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî û Wezîrê Bazirganî û Gumrigê Bulent Tufekçî cîh digrin

Yildirim dê li Hewlêrê jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtinan bike

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin