Serokwezîrê Tirk dîsa tehdît kir;”Ewê nehelin dewleteka sûnî were avakirin"

Serokwezîrê Tirk dîsa tehdît kir;”Ewê nehelin dewleteka sûnî were avakirin"

Serokwezîr Tirk Binalî Yildirim di 4ê Îlonê de hat paytaxta Kurdistana bakur Diyarbekirê

A+A-

Serokwezîr Tirk Binalî Yildirim ji bo pakêta sermayerazandinê ya 23 bajaran eşkere bike di 4ê Îlonê de hat paytaxta Kurdistana bakur Diyarbekirê. Yildirim li wê bi helikopterê çû Salona Çandê ya Cahit Sitki Taranci li wir axifî.
Yildirim dîsa diyar kir ku operasyonên wan ên li herêmê bidome û li 7 navendên ku zerar dîtine dê 10 milyar dolar sermaye razînin û 67 hezar avayî çêbikin. 

Yildirim meseleyên siyasî ên rojevê nirxand û got: "Em ê koka hemû rêxistinên terorê biqelînin. Em ê rêxistina terorê ji navbera xwe û miletê xwe paqij bikin. Yên ku dixwazin vî welatî perçe bikin, yekparetiya welatê me perçe bikin, ew bi tu awayî aliye çareseriyê nînin, nikarin bibin û got; Çareserî mareserî jî tune ye." 

Serokwezîrê Tirk Yildirim, dîsa gef li YPG û PYDê xwar û anî ziman ku ji Rojava venakişin. 

Yildirim li ser mesela Sûriyê û operesyona Tirkiyê ay Cerablusê got: "Operesyona Mertalê Feradê heta rêxistinên terorê DAEŞ, YPG, PYD bên wî halî ku ku nikaribin zirarê bidin welatê me dê bidomin. Nexwe ewlekariya welatê me û emniyeta can û malê miletê me yek ji girîngtirîn karê me ye.

Emê jibo vê her awayî xebatê bikin. Emê tu carî rê nedin ku li bakurê Sûriyê projeyeke ku dê xizmeta bazirganên terorê yên navneteweyî bike û herwiha emê rê nedin ku dewleteke sûnî were avakirin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin