Serokwezîrê Sûriyê: Em ber bi nenavendiya îdarî ve diçin

Serokwezîrê Sûriyê: Em ber bi nenavendiya îdarî ve diçin

.

A+A-

Dengdan ji bo hilbijartinên encûmenên xwecihî li Sûriyê bi dawî hat, Serokwezîrê Sûriyê Sûriyê Hisên Ernûs dibêje, hikûmeta Sûriyê ber bi  ne navendiya îdarî ve diçe.

Îro hilbijartinên encûmenên xwecihî li hemû parêzgehên Sûriyê, di nav de jî, parêzgeha Hesekê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê, birêve çûn.

Serokwezîrê Sûriyê Hisên Ernûs di dema deng dayînê de got, Sûriyê dibîne ku dê ev hilbijartin hin desthilatan navendî bide rêveberiyên xwecihî û tekez kir ku hikûmeta wî welatî ber bi nenavendiya Îdarî ve diçe.

Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di van hilbijartinan de, beşdar nabin.

Hilbijartinên Encûmenên Xwecihî li Sûriyê

Ji vê sibehê demijmêr 07:00 heta 07:00ê êvarê, hilbijartinên encûmenên rêveberî yên xwecihî li parêzgehên Sûriyê birêve çûn.

Li gorî zanyariyên Komîteya Dadwerî ya Bilind a Hilbijartinan, 7 hezar û 348 navendên hilbijartinê hene, 1 hezar û 200 navend li gor hilbijartinên sala 2018 zêde bûne.

Serokê Komîteya Bilind a Dadweriyê ya Hilbijartinan, Cîhad Murad ragihandiye ku, hejmara berbijêrên yekeyên rêveberî yên encûmenên parêzgeh, bajar, bajarok û şaredariyan, gihiştiye 59 hezar û 498 berbijêrî, rikaberiyê li ser 19 hezar û 86 kursiyan dikin.

Li Sûriyê 1 .470 yekeyên rêveberî hene, li ser 14 parêzgeh, 158 bajar, 572 bajarok û 726 şaredariyan, têne dabeşkirin.

Li navçeyên Rêveberiya Xweser:

Li Hesekê 6 bazinên hilbijartinana wê hebin, 153 yekeyên rêveberî yên ser bi hikûmetê hene, 7 encûmenên bajaran û 55 encûmenên bajarokan û 91 encûmenên şaredariyan.

Li Reqa 4 bazin. Li Dêre Zorê 3 bazinên hilbijartinên Encûmenên Xwencihî yên ser bi hikmûmetê ne, lê li navçeyên ser bi Rêveberiya Xweser in.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji 100 kursyan, li Encûmena Parêzgeha Helebê, 9 kursî ji bo herdu herêmên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ne, herwiha yên gundê Til Erenê li rojhilatê Helebê, hatine veqetandin.

4 kursî ji bo Efrînê: ¾ ji berbijêrên Efrînê wê Kurd bin. 4 kursî ji bo Kobaniyê: 2/4 ji Kobaniyê wê Kurd bin.  1 kursî ji bo Til Erenê, ew jî Kurd e. Li Parêzgehên Hesekê berbijêrên Kurd ji partiya Kommunîst a Sûrî hene.

16yê Îlona sala 2018yan jî, hilbijartinên encûmenên xwecihî hatibûn birêvebirin û 40 hezar berbijêr li ser 18 hezar û 478 kursiyan, tê de beşdar bibûn û ketibûn rikeberiyê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin