Serokwezîrê Polonyayê: Pêwîstiya me êdî bi gaza Rûsyayê nîne

Serokwezîrê Polonyayê: Pêwîstiya me êdî bi gaza Rûsyayê nîne

.

A+A-

 Serokwezîrê Polonyayê diyar kir ku rawestandina hinardeya gaza xwezayî ya Rûsyayê ji bo Polonyayê tê wateya bandora rêkarên wan ên li hemberî Rûsyayê û destnîşan kir ku êdî bi ti awayî pêwîstiya wan bi gaza Rûsyayî nîne.

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki roja Çarşemê ragihand, "Rûsyayê hinardeya gazê ya ji bo Polonyayê sekinandiye. Ev yek bandora çalakiyên me yên ji bo serweriya Ukraynayê ye û me karibû xwe li hemberî şerxwaziya gaza Rûsyayê biparêzin."

Mateusz Morawiecki got, "Dema Rûsyayê firotina gazê ya ji bo Polonyayê sekinand, em bi her awayî ji gaza Rûsyayê serbixwe ne."

Mateusz Morawiecki diyar kir ku sedema rawestandina hinardekirina gazê ji aliyê Rûsyayê ve ji ber wê ye ku ew razî nebûye danûstandin bi rubleya Rûsî bê kirin wek ku Putin daxwaz kiriye.

Mateusz Morawiecki her wiha bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku ne tenê daxwaza Rûsyayê ya ji bo danûstandinên bi ruble bi cih neyînin, di heman demê de baca gumrukê jî bo petrol û gaza Rûsyayê ferz bikin.

Roja Sêşemê 26ê Nîsana 2022an ji ber ku bi rubleyê perê heqê gaza xwe nedan, Gazprom a kompanyaya Rûsî gaza Bulgaristan û Polonyayê bi temamî birîbû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin