Serokwezîrê Kurdistanê ji France24 re axifî

Serokwezîrê Kurdistanê ji France24 re axifî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de digel Kenal a France 24 ragihand, tişta ku li Bexdayê rû dide, ji ber xerabîya birêvebirinê ya salên borî bû ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî, piştevanîya daxwazîyên rewa yên xelkê Îraqê dikin û hêvîdar e, ku namzetê raspartî ji bo postê Serokwezîr ê Iraqê ji alîyê xelkê û alîyên sîyasî ve, bê piştevanî kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku hejmarek zêde ya xwepêşanderên li Iraqê daxwaza çaksazîyan dikin, Hêvî dikin, gendelî nemîn e û desthilatek baş hebe. Em piştgirîya van daxwazên rewa yên xelkê dikin.

Liser birêvebirîya Serokwezîrê bere yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku “Bi rastî Adil Ebdulmehdî gelek hewl dan, lê ji bo pêkanîna bernameya xwe piştgirîya pêwîst ji alîyên sîyasî nedît”.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin