Serokwezîrê Brîtanya: Kiryarên Îranê nahêla seqamgirî li Rojhilata Navîn pêkbê

Serokwezîrê Brîtanya: Kiryarên Îranê nahêla seqamgirî li Rojhilata Navîn pêkbê

.

A+A-

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak di lûtkeya Netewên Yekbûyî (NY) ya seqa û keşûhewa li Misrê beşdar bû û ragehand, kiryarên Îranê bûne sedemê neseqamgiriyê li hemû Rojhilata Navîn.

Serokwezîrê Brîtanya ji El Erebî re ragehand, welatê wan rijd e li ser danûstandinên li gel hevpeymaniyên derbarê dosya Îranê de û amaje bi wê yekê jî kir ku Îranê pêşneyarên ji bo vegera rêkeftina atomî qebûl nekirine.

Rishi Sunak got: ‘’Hikûmeta Îranê bi serkut kirina xelkê xwepêşanderên nerazî ku piştî kuştina Jîna Emînî destpê kirin, rewş aloztir kiriye.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin