Serokwezîra Swêdê Em Kurdên xwedî welatînameya Swêdê radestî Tirkiyê nakin

Serokwezîra Swêdê Em Kurdên xwedî welatînameya Swêdê radestî Tirkiyê nakin

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen ji Rûdawê re ragihand ku ew ti Kurdên xwedî welatînameya Swêdê radestî Tirkiyê nakin û heta ku ew serokwezîr be ew dê her tim berevaniyê li mafên Kurdan bikin.

A+A-

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen ji Rûdawê re ragihand ku ew ti Kurdên xwedî welatînameya Swêdê radestî Tirkiyê nakin û heta ku ew serokwezîr be ew dê her tim berevaniyê li mafên Kurdan bikin.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen îro Şemiyê 10ê Îlona 2022an mijara radestkirina Kurdan bo Tirkiyê ji Rûdawê re axivî.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen got, “Em her tim berevaniyê li mafên Kurdan dikin. Em ti Kurdekî xwedî nasnameya Swêdê radestî Tirkiyê nakin.”

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen her wiha anî ziman, “Heta wê dema Serokwezîra Swêdê bim, her tim berevaniyê li mafên Kurd dikin. Her kesekî karê terorîstî nekiribe jiyana wî parastî ye.”

Magdalena Andersen li ser rêkeftina Tirkiyê jî got, “Ligel rêkeftina me ya bi Tirkiyê re, ti Kurdekî xwedî welatînameya Swêdê radestî wî welatî nakin. Li gor yasayên Swêdê her kesekî karê terorîstî nekiribe, li welatê me jiyana wî parastî ye.”

Fînland û Swêd piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê ragihandin ku ew dixwazin bibin endamên NATOyê û Tirkiyê jî ji bo pesendkirina endamtiya wan, ji Swêd û Fînlandê daxwaza radestkirina 33 kesên ku "bi endamtiya PKKê" dihatin tawanbarkirin, kir.

Di dawiya meha Hezîranê de di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandê de peymaneke sê alî hat îmzekirin û Tirkiyê ragihand ku ew ê vetoya xwe ya li ser beşdarbûna van welatan di NATOyê de rake lê qebûlkirina van welatan ji bo NATOyê bi şertê radestkirina wan kesan dê were kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag di 20ê Tebaxê de diyar kiribû ku Swêdê heta niha tenê kesek radestî wan kiriye û ew kes jî ji ber sextekariyê dihat xwestin.

Li aliyê din Bozdag diyar kir ku Fînlandê kesên ku bi "daxwaza sûcên terorê" radestî Tirkiyê nekiriye.

Ji bo ku Swêd û Fînland bibin endamên NATOyê, divê hemû endamên wê bêyî îstîsna erê bikin.

 

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin