Serokwezîra Swêdê dest ji kar kişand

Serokwezîra Swêdê dest ji kar kişand

.

A+A-

 Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson têkçûna hilbijartinê qebûl kir û ragihand ku ew dê sibê dest ji kar bikişîne.

Seroka Partiya Sosyal Demokrat Magdalena Andersson di civîna çapemeniyê de têkçûna di hilbijartinên 11’ê Îlonê de qebûl û diyar kir ku ew ê sibe ji serokwezîrtiyê îstifa bike.

Magdalena Andersson got “Ez dê sibe daxwaz bikim ku ji posta xwe ya serokwezîrtiyê bêm dûrxistin. Dê berpirsyarî derbasî parlamento û serokatiya parlamentoyê bibe. Rêzgirtina gelê Swêdê ya ji bo hilbijartin û demokrasiyê vê pêwîst dike.”

Andersson bal kişand ser şerê Ukrayna-Rûsyayê û wiha berdewam kir “Ji ber giraniya şer, krîza enerjiyê û krîza aborî ya li herêma me ya nêzîk, girîng e ku bi lez hikûmetek were avakirin. Piştî ku me di esasê xwe de bi serokê Partiya Muhafazakar a Moderat Ulf Kristersson re li hev kir, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan deriyê me ji Kritersson re vekirî ye.”

Li aliyê din Serokê Partiya Muhafazakar Ulf Kristersson di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku ew ê ji sibê ve dest bi xebatên avakirina hikûmetê bikin.

Di hilbijartinê de bloka rastgir bi ser ket.

Li gorî encamên hilbijartinên Swêdê partiyên rastgir 3 kursî li pêşiya partiyên çep in û ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursî bi dest xistine.

Di hilbijartina 11ê Îlona îsal de, dengê partiyên dijî koçberan bi awayekî berçav zêde bûn. Partiya Rastgir a Dijwar a Demokratên Swêdê çar sal berî niha %17.5ê dengan bidest xistin, di hilbijartina vê carê de gehişte %20.6 û bû duyem mezintirîn partî li wî welatî. Yek ji sloganên propagandeya wê partiyê rêgirtin bû li hatina koçberan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin