Serokwezîra Brîtanyayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Serokwezîra Brîtanyayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Bi boneya Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek Serok Herêma Kurdistanê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May peyameke pîrozbahiyê arasteyî Nêçîrvan Barzanî kir.

A+A-

Bi boneya Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek Serok Herêma Kurdistanê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May peyameke pîrozbahiyê arasteyî Nêçîrvan Barzanî kir.

May ji rûpela twîtterê ya Serokwezîriya Brîtanyayê bi boneya hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî Nêçîrvan Barzanî kir.

Di peyama xwe da May wiha gotiye: "Pîrozbahîyê li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dikim ku bûye Serokê Herêma Kurdistanê. Brîtanya hewl dide peywendiyan ligel gelê Kurdistanê bihêz bike.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt peyama pîrozbahiyê li twittera xwe belav kir û nivîsî: “Niha xweşhal im ku Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.”

Jeremy Hunt amaje bi wê yekê kir, pêwendiyên Brîtanyayê yên bihêz bi berdewamî bi Herêma Kurdistanê re hebûn.

Tekez kir jî, welatê wî piştevaniyê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike, di avakirina giyanê yekgirtî û lêborînê li Kurdistan, Iraq û Cîhanê de.

Duhî 28ê Gulanê Nêçîrvan Barzanî  ji aliyê Parlementoya Kurdistanê wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Nûnerên gelek welatên cihanê li Herêma Kurdistanê û berpirsên gelek welatan peyamên pîrozbahiyê bo Nêçîrvan Barzanî dişînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin