Serokwezîr Barzanî ji hêla Erdoğanî ve hate vexwedin

Serokwezîr Barzanî ji hêla Erdoğanî ve hate vexwedin

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê, serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ve ji bo Tirkiyê hate vexwandin. Herwaha hat zanîn serokwezîr Barzanî bersiva erênî daye û dê serdana Tirkiyê bike.

A+A-

Hat zanîn bendewarî hene ku heftiya pêş dê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Enqerê bike. Li gor çavkaniyek ji hikûmeta herêma Kurdistanê ragehandiye, di hevdîtinên du alî yên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017ê, peyvendiyên ku têkçûne ji nû ve dê bên destgirtin û guftûgo li ser bên kirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 09.07.2018ê jî li ser vexwandina serokkomarê Tirkiyê beşdarî merasîma sond xwarina Erdogan bibû.

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê Tirkiyê, li hember Kurdistanê helwêsteke tund nîşan dabû û li gel siyaseta Bexdayê cîh girtibû. Di referandûma Kurdistanê de sedî 93 xelkê Kurdistanê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dabûn û li hember vê yekê Erdogan bertekên tund nîşan dabû û ragehandibû ‘’Em bi krîzeke giring ve hatine hember hev û herêma Kurdistanê bi biryarî referandûm pêkanî.’’

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin