Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Seroktîya Donalt Trump û endîşeyên dewletên herêmê

A+A-

„Em deshilatê ji Washington’ê distînin, didin gel. Tarîxa 20î çileya 2017an, dê bêt bibîranîn ku gel dibe rêveberê vî welatî. Em’ê bihevra bergeha (rota) Amerika û cîhanê biçespînin.”

Ev çend hevok ji axaftina serokê Dewletên Yekbûyî Amerîka’yê nû Donald Trump e, ku di rêûresma dewr stendina desthilatê da kiribû.

Ev çend hevok balkêş in, wekî naveroka axaftina wî ne.

Bêşik, min mebest nîne ku li ser şêweyî axaftina “populîzmê” bisekinim, bona min jî girîng e ku wekî gellek kesan ez jî siyaseta Trump, ya di barê Rojhelata Navîn, taybetî di barê Kurd û Kurdistan’ê da fam bikim û dişopînim.

Pirsa girîng ev e, gelo di dewra deshilata Trump da siyaset û stratejîya selefî wî, ango siyaseta dewra Barack Obama dê bêt sepandin, an em’ê siyaset û stratejîk nû bibînin?

Herweha, eger siyaset û stratejîyek nû bêt çespandin û sepandin, gelo ev dê li kêrî bercewendiyên gel û têkoşîna azadîya Kurdistan’ê bêt, an dê asteng bike, tengav bike û li ber kosp be?

Bêşik me divê dem hebe, îro hêj rewşek nedîyar heye.

Encax, em dizanin ku ev nedîyarî her çiqas bona Kurdan çiyê gellek pirsan be jî, ewqas jî li ser dewletên herêmê, wekî Tirkîye’yê û Îran’ê dibe sebeba endîşeyek kûr û fireh

Di peywendî û axaftinên rayedarên van herdu dewletan da qilqilîyek (telaş) heye, taybetî di axaftinên rayedarên Tirkîye’yê da ev bi vekirî dîyar e.

Taybetî, hinek peyamên di barê guhertina nexşeya Rojhelata Navîn (RN) da, endîşeyên van dewletan kûrtir dike.

Trump di helmeta hilbijartinê da ameje bi têkoşîna Kurdan ya li dijî teror û bêaramîya herêma RN kiribû, gotibû “I am a fan of the Kurds” (Ez heyranê Kurdan im), ev helwesta wî rayedarên dewletên herêmê hejandin.

Jexin çend peyamên weha, hinek daneyên din jî hene, ku em ji siyaseta Trump hêvîdar bin.

Ewil, ew kesên ku Trump bona Desteya Rêveberinê (Qabîne), Konseya Ewlekarîya Neteweyî û tîmê bi hevra karkirinê, piranîya wana li Iraq’ê û li Kurdistan’ê kar kirine, herêmê, pirsgirêkên herêmê, rewş û peywendiyê Kurdan baş nasdikin.

Herweha cigirê serok, ango cîgirê Donald Trump, Mike Pence gellekî nêzikî Kurdan e, wî piştê hilbijartinê telefonê serokê Kurdistan’ê Mesut Barzanî kiribû û gotibû, ku ew “ne li dijî dewleta Kurdistan’ê ye.”

Dîsa, wekî têt zanîn Barack Obama, Brett McGurk pişandibû nûnerê xweyî taybetî, bona şerê li dijî DAİŞê li Suriyê, Trump jî ew peywirdar kir.

McGurk, nûnerê Obama ye bona şerê li dijî DAEŞê li Suriyê, rewş û têkoşîna Kurdan bi nêzik va nasdike, gellek caran serdana rojavayê Kurdistan’ê kirîye.

Jixwe, ew pîşandina McGurk ji layê Trump va endîşeya rayedarên Dewleta Tirk zêdetir dike.

Di hela din da, weha dixuye ku peywendiyên Amerîka û Îsraîl’ê dê ji dema Obama geştir û xweştir bibe.

Trump bona ewlekarîya Îsraîl’ê piştevanîya xwe dîyar kir, weha dixuye ku xemxwarîya wî dê bona ewlekarîya Îsraîl’ê, ji demen bere bêhtir bibe.

Axaftina xwe ya ewil bi serokwezîrê Îsraîl’ê Bînyamîn Netenyahû ra kir, ew nêzikatîya bi Îsraîl’ê ra nişan dide ku ewê di bin bandora dewletên Ereb da nemine û ev jî, bona paşeroja Kurdistan’ê dibe gavek erênî.

Kurd divê di peywendiyên bi Îsraîl’ê ra rasyonel bifikirin.

Em helwesta hinek rayedarên dewleta Îsraîl’ê dizanin, herweha di nexşeya Rojhelata Navîn da cî girtina dewleta Kurdistan’ê bona aramîya herêmê û ewlekarîya Îsraîl’ê hêmanekî erênî ye, Kurd divê di bin çewsandinê da nemînin, kî dibê çi bila bêje, divê berjewendiyên xwe bide ber her tiştî.

Di hela din da, bi ya hinek nêrîn û şîroveyan bi desthilata Trump va “sîstema sazbûyî”, taybetî “sîstema sedsala 20an” bi dawî dibe!

Eger weha be, ev dike ku li cîhanê û taybetî li herêmê “sîstemek nû” sazî bibe, sîstemek nû wate derfetên nû bi xwe ra tîne.

Eger Kurd bi rêxistinî û hişmendî di nav vê guhertinê da çî bigrin, li herêmê rolekî sereke hebe, pir hêsayî ye ku derfetên nû derkevin pêş.

Lê divê zanibin çi dixwazin, li ser paşeroja xwe yekrêzîya xwe pêk bînin.

Geşedanek weha dê zemînê guhertina siyaseta Tirkîye’yê jî amede bike.

Wêkî gellek caran min got, dîsa bêjim, cîhan amede ye ku pêzwaziyê li Kurdistan’a serbixwe bike, lê divê Kurd amede bin.

23.01.2017/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin