Serokomarê Tirkiyê îro serdana Qeter û Kuweytê dike

Serokomarê Tirkiyê îro serdana Qeter û Kuweytê dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro serdana Kuweyt û Qeterê dike.

A+A-

Bi daxuyaniyekê Serokatiya Pêwendiyan a Serokomariya Tirkiyê ragihand, Erdogan wê bi Mîrê Kuweytê yê nû Newaf Ehmed Cabir el Sebah re bicive û ji ber wefata mîrê berê serxweşiyê lê bike.

Herwiha, Erdogan dê bi Mîrê Kuweytê re li ser pêwendiyên navbera her du welatan û mijarên girêdayî navçeyê gotûbêj bike.

Erdogan piştî Kuweytê, wê serdana Qeterê bike û bi Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed Al Sanî re bicive.

Serokomariya Tirkiyê diyar kir, Recep Tayyip Erdogan û Temîm bin Hemed Al Sanî dê di derbarê mekanîzmayên pêşxistina hevahengî û pêwendiyên di navbera her du welatan gotûbêj bikin û rewşa dawî ya hin mijarên navdewletî û navçeyê jî binirxînin.

Di serdana bo her du welatan de, Wezîrê Darayî Berat Albayrak, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Wezîrê Werziş û Lawan Mehmet Kasaboglu, Serokê Pêwendiyan yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun û Berdevkê Serokomariyê Ibrahîm Kalin bi Erdogan re ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin