Serokkomarê tirk Erdogan çû Rûsyayê

Serokkomarê tirk Erdogan çû Rûsyayê

Serokkomarê tirk Erdogan piştî hewla darbeyê carea yekemîn dertê dervayî Tirkiyeyê.

A+A-

Serokkomarê tirk Recep Tayîp Erdogan ji bo têkiliyên bi Rûsyayê re baş bike, çû Rûsyayê.

Erdogan ji bo  sefera xwe pêşî ya piştî hewla darbeya 15.êTîrmehê ket rêya Rûsyayê. Şopînerên siyasî radigihînin ku sedema sereka ya sefera Erdoganî, başkirina têkiliyên siyasî û aborî bi Rûsyayê re ye.

Weke tê zanîn têkiliyên Tirkiyeyê û Rûsyayê ji sebebê helwestên cuda yên derbarê şerê Sûriyeyê xirab bûbûn û ji aliyê Tirkiyeyê xistina balafireke şer ya Rûsyayê, têk çêbûn.

Tê ragihandin ku piştî şandina qasid û nameyan Putîn serdana Erdoganî pejirandiye û dê herdu serok li gel mijara têkiliyên aborî yên di navbera herdu welatan de, li ser şer û siberoja Sûriyeyê jî biaxivin.

Hin çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku Tirkiye dixwaze ji DYA, Ewropya û Yekîtiya Ewropayê bidûr bikeve û têkiliyên bi Rûsya û Îranê re weke alternatîfa têkiliyên bi Amerîka û Yekîtiya Ewropayê dibîne.

Weke tê zanîn hikumeta tirk piştî hewla darbeya xweêgiravê ji aliyê Fethullah Gulenî ve hatiye plankirin, diyar kiribû ku pîlotê balafira şer ya Rûsyayê xistiye, ji Cemaeta Gulen e û hatiye girtin. Medya tirk jî piştî vê rûdanê bi giranî şîroveya ku vî pîlotî bizanebûn û ji bo têkbirina têkliyên Tirkiye û Rûsyayê balafira Rûsyayê xistiye.

Lê divê neyê jibîrkirin ku roja piştî xistina balafira rûs, serokkomarê wê demê Ahmet Davutoglu diyar kiribû ku wî fermana xistina balafirê daye, serokkomar Erdogan jî gotibû, eger rewşeke wisa xwe dubare bike, ew dê dîsa balafirên rûs bixînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin