Serokkomarê Fransa pesnê pêşmerge da!

Serokkomarê Fransa pesnê pêşmerge da!

Di vê civînê de herdu fermandehên serbazî, Şêx Cafer Şêx Mistefa û Sîrwan Barzanî û Perlemantarê Îraqê Viyan Dexîl û hin berpirsên din amade bûne.

A+A-

Li gor ragihandina malpera fermi ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serokkomarê Fransayê Francois Hollande di 22-5-2016 pêşwaziya şandeka Herêma Kurdistanê bi serokatiya peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî kiriye. Di civînê de, ku li Qesra Elysee rêve çûye, behsa şerê li dijî terorê, hemahengiya navbera Hewlêr û Parîsê, pirsa darayî ya Hêrêmê, qeyrana siyasî ya Îraqê û hin pirsên din hatîye kirin.

Serokkomarê Fransayê Hollande piştîvaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê xuyakirîye dê alîkariyên serbazî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bibin  û rola pêşmerge şerê li dijî terorê de bi berz pesinandîye.

Sefîn Dizeyî ji aliyê xwe ve spasiya gel û Serokê Fransa kir ji alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û herwiha rola ordiya Fransa li şerê dijî terorîstên DAIŞê giring nirxand. Herweha peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotîye Pêşmergeyên Kurdistanê şerî hovtirîn koma terorîstî dike ku ew parêzgariyê mirovatiyê ye.

Di vê civînê de herdu fermandehên serbazî, Şêx Cafer Şêx Mistefa û Sîrwan Barzanî û Perlemantarê Îraqê Viyan Dexîl û hin berpirsên din amade bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin