Serokkomarê berê yê Pakistanê re cezayê darve kirinê hat dayîn

Serokkomarê berê yê Pakistanê re cezayê darve kirinê hat dayîn

Serokkomarê berê yê Pakistanê Perwez Muşerref bi tometa xiyaneta li welat ve cezayê darve kirinê jê re hat dayîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokkomarê Pakistanê yê bê Perwez Muşerref di sala 2013ê de doza xiyaneta li welat li hember hatibû vekirin û naha biryara darve kirinê bo hat dayîn.

Dadgeha ku ji sê endaman pêkdihat biryar da Muşerref bi darve kirinê ve bê ceza kirin.

Perwez Muşerref ji ber pirsgirêkên tenduristî di sala 2016ê derketibû derveyî welat û naha li Dubaî jiyan dike û ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê musade hatibû kirin ku derkeve derveyî welat.

Generalê Pakistanî Perwez Muşerref sala 1999ê bi darbe ango kudetayê ve dest danîbû ser desthilatiyê û salên 2001 heta 2008ê de jî serokkomarê Pakistanê bû.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin