Serokkomar û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê êrîşa ser HDPê bêdeng in

Serokkomar û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê êrîşa ser HDPê bêdeng in

.

A+A-

 Di ser êrîşa li dijî HDPê nêzikî du roj derbas bûn lê hejî Wezîrê Navxwe û Serokkomarê Tirkiyê derbarê êrişê de tu daxuyanî belavnekirine û bêdeng in

Di ser êrîşa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li parêzgeha Îzmîrê ku di encam de endamek ya wê partiyê canê xwe ji dest dabû, nêzikî du roj derbas bûn lê hêjî ji aliyê serokkomar û wezîrê navxwe yê Tirkiyê ve tu daxuyanî nehatine belavkirin.  

Di deerbarê êrîşê de beşek nûnerên partiyên opozîsyonê û partiyên deshilatê yên AKP û MHPê daxuyanî belav kirin, lê tevî wê yekê ku di ser bûyerê de nêzikî du roj derbasbûne jî ne serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, ne jî Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu heta niha tu daxuyaniyek li ser bûyerê belavnekirine û bêdeng in.

Piştî êrîşê Wezîrê Navxwe Soylu di Merasîma Kursa Qeymeqamiyê ya serdema 107em de li Enqerê axivî û amaje bi êrîşa li ser HDPê neda.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Mêrsînê Alpay Antmen ev bêdengiya Soylu anî rojeva Parlamentoya Tirkiyê û ev pirs areste kirin “Erkê Onur Gencer ku ji Heleb û Menbicê bi çekên giran wêneyan parvedike çi ye? Peywendiya vî kesî bi SADATê yan jî sazî û dezgehên din re heye?”

Roja Pêncşemê 17ê Hezîrana 2021an, Şaxa HDPê ya li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê rastî êrişê hat û di encamê de xebatkareka HDPê ya bi navê Deniz Poyraz a 35 salî hat kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin