Serokkomar: Bila diyalog demildest dest pê bke

Serokkomar: Bila diyalog demildest dest pê bke

Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsûm, bi mebesta gotûbêjkirina rewşa ewlehî û siyasî li Iraqê, dosyaya hilbijartinan, ya bûdceya giştî ya Iraqê û ya rewşa Kerkûkê û Xurmatû civînek pêk anî û çend biryar girtin.

A+A-

Serokomarê Iraqê Fuad Mahsûm digel her du cîgirên xwe, Nûrî Malikî û Eyad Ellawî civiya, ku hewl bidin pirsgirêkên di navbera Hikumeta federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê de çareser bikin.

Li gorî daxuyaniya Serokomar ku BasNewsê jî bidest xistiye, ev biryar hatine girtin:

Yekem: Vexwandin û daxwaza ji bo destpêkirina demildest a diyalogê, di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi serpireştî û çavdêriya Serokomariyê û piştevaniya lojîstîkî ya Netewên Yekgirtî, bi armanca çêkirina pêwendiyeke asayî, li ser bingeha Destûr û biryarên Dadgeha Federalî di navbera her du aliyan de.

Duyem: Daxwazkirina civîna her sê endamên serokatiyê û serkirde û nûnerên aliyên siyasî û desthilata dadweriyê, bi zûtirîn dem ji bo nirxandin û derkirina yasayên her du hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehan di dema xwe ya destûrî de.

Sêyem: Daxwazkirina hemî pêkhateyên Kerkûkê bo civîneke bilez, bi armanca gotûbêjkirina rewşa parêzgehê, bi awayê ku mafên hemî hevwelatiyan misoger bike û berjewendiya bilind a niştimanî were parastin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin