Serokên 3 şaredarîyên HDPê hatin desteserkirin

Serokên 3 şaredarîyên HDPê hatin desteserkirin

Li Bakurê Kurdistanê, serokên şaredarîyên 3 navçeyên Mêrdînê yên ser bi Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ku di derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, hatin desteserkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Bakurê Kurdistanê, serokên şaredarîyên 3 navçeyên Mêrdînê yên ser bi Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ku di derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin, hatin desteserkirin.

Li gor agahîyan, serokên şaredarîyên hersê navçeyên Stewr, Dêrik û Şemrex ên ser bi parêzgeha Mêrdînê ve ku di destê HDPê de ne, îro ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê ve hatine desteserkirin.

Desteserkirina wan serokên şaredarîyên HDPê piştî wê yekê de hat, ku di derbarê wan de ji alîyê dozgerîya komarî ve lêpirsîn hatibû destpêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin