Serokê Venezuela ji hewla kuştinê xilas bû

Serokê Venezuela ji hewla kuştinê xilas bû

Serokê Venezuela Nicolas Maduro dema li Karakas paytextê welatê xwe gotarek pêşkêş dikir, rastî hewleke kuştinê hat.

A+A-

Doh li Karakasê dema Serokê Venezuela Nicolas Maduro gotarek di dema manora leşkerî de pêşkêş dikir, firokeyeke çavdêriyê ya bombebarkirî li nêzîkî wî teqiya, lê ew û hemû endamên hikûmetê ji wê hewla kuştinê hatin rizgarkirin.

Wezîrê Ragihandinê yê Venezuelayê Jorge  Rodriguez diyar kir, di wê êrîşê de 7 leşker ji Pasewanên Niştimanî bi sivikî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokê Venizuelayê Nicolas Maduro di gotareke televizyonî de Serokê Kolombiya Juan Manuel Santos bi wê hewla kuştinê tometbar kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Kolombiya Juan Manuel Santos ew tomet red kir û got ku, ti bingeh ji wan tometran re tune ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin