Serokê Partîya Mixalefat a Tirkîyê  tûşî êrîşekê bû

Serokê Partîya Mixalefat a Tirkîyê tûşî êrîşekê bû

Kiliçdaroglu bi rêya telefonê beşdarî bultena CNN Turkê bû û da zanîn ku rewşa wî baş e.

A+A-

Dema ku karwana Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilaçdaroglu ber bi bajarê Artivinê diçe di navbera navçeyên Şavşat û Ardanuçê yên Artvînê êrîşa çekdarî pêk hat. Parêzvanên Kiliçdaroglu bersiva êrîşê dan û pevçûn di navbera wan û êrîşkaran de derket.
Her weha dihê gotin, êrîş yekser ne li hemberî karwana CHPê hatiye kirin lê ew li ser rê rasta pevçûnê hatine.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala ragihand ku êrîş li wesayîta leşkerî ya karwana CHPê diparêze hatiye kirin. Di encamê de ajokarê wesayîta leşkerî û 2 efserên din birîndar bûne. Kiliçdaroglu bi rêya telefonê beşdarî bultena CNN Turkê bû û da zanîn ku rewşa wî baş e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin