Serokê PAKê Özçelik û Endamê KBNê Turan îfade dan Emniyetê

Serokê PAKê Özçelik û Endamê KBNê Turan îfade dan Emniyetê

Ji Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hate ragihandin ku Serokê PAKê Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birevebiriya Navendî Hanifi Turan li Emniyetê îfade dan.

A+A-

Teşkîlata Wanê ya PAKê di roja 17.12.2017an de Konferansek li dar xistibûn. Moderatorîya vê Konferansê endamê Komîteya Birevebirîya Navendî(KBN) Hanifi Turan kiribû. Serokê PAKê Mustafa Özçelik, endamê Polîtburoya PDKyê Dr. Kemal Kerkûkî, Serokê ENKSyê İbrehîm Biro û endamê Komîteya Navendî ya PDK-Îranê Mihemed Salih Qadirî weke axaftvan beşdarî konferansê bibûn.

Ji ber vê konferansê Serdozgerê Mehkemeya bajarê Wanê di derbarê Serokê PAKê Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birevebirîya Navendî Hanifi Turan lêkolîn destpêkir. Ji ber vê lêkolînê Mustafa Özçelik li gel parêzger Mehmet Celal Baykara li Stenbolê li Emnîyeta Gungorenê, Hanifi Turan jî li gel parêzger İbrahim Güçlü li Emnîyeta Dîyarbekirê di roja 31.01.2018an de îfade dan.

Lêkolîn bi tohmeta ''propagandaya rêxistina terorê'' û ji ber binav kirina Kurdistanê hatîye dest pê kirin.

 

'Navê Partiya Me Bixwe Partiya Azadiya Kurdistanê ye'

Serokê PAKê Mustafa Özçelik û endamê KBN ya PAKê Haneifi Turan, di îfadeyên xwe yên cuda cuda de gotin ''bi xwe navê partîya me Partîya Azadîya Kurdistanê ye û di bernameya PAKê û di bersîva ku me ji bo Mehkemeya Destûrê şandibû de bi berfirehî behsa Kurdistanê tê kirin''. Herweha gotin ''Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayip Erdoğan jî di axaftineke xwe ya di sala 2013an de, di civîneke Grûba partîya xwe de kiribû, behsa Kurdistanê dike''.

Mustafa Özçelik û Hanifi Turan di îfadeyên xwe de bi zelalî behsa helwesta PAKê ya di derbarê şîdet û terorê de kirin û gotin ''Di bernameya PAKê de bi zelalî dibêje em li dijî şîdet û terorê ne. PAK ji bo çareserîya pirs û pirsgirêkan, rê û alavên sîyasî, demokratîk û sivîl ji xwe re kirîye bingeh û her vê şêweyê diparêze''.

Piştî îfadeyên Serokê PAKê Mustafa Özçelik û endamê KBN ya PAKê Haneifi Turan, di rojên pêş de wê diyar bibe ku ka Serdozgerê Mehkemeya bajarê Wanê di vê derbarê de daweyekê veke an na?

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin