Serokê PAKê Özçelik: Tirs û şikestinek di nava gel de heye lê helbet ev demkî ye

Serokê PAKê Özçelik: Tirs û şikestinek di nava gel de heye lê helbet ev demkî ye

Serokên partiyên siyasî yên Kurdistana Bakur, di derbarê bûyerên dawî de helwesta xwe ji BasNûçeyê re rawe kirin; Serokê PAKê Özçelik got: Tirs û şikestinek di nava gel de heye lê helbet ev demkî ye

A+A-

Dewleta tirk wekî stratejiyekê beriya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an rewşa îro ku li Bakurê Kurdistanê heye plan kiribû. Dewleta tirk ji pêşketin û destkeftinên miletê kurd yên siyasî, demokratîk û sivîl gelekî tirsiya. Herwiha meşa serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê û destkeftinên Rojavayê Kurdistanê jî ew tirs zêdetir kir. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ev tirs kûrtir bû. Ji bo pêşiya pêşketin û destkeftiyên kurdan bigire destpêkirina şer gihîşt hewara dewleta tirk û şer dest pê kir. PKK’ê jî bi siyaseta xendek û barîkatan û bi teqîn û şerê nav bajaran rê li ber vê siyaseta dewleta tirk xweştir kir.

Dewleta tirk îro encamên stratejiya ku plan kiribû distîne. Bi rexma ku şaredar, parlementer û rojnemevan tên girtin, bi hezaran kes ji kar tên avêtin, girseyeke berbiçav li kolanan tuneye. Ev berhemên stratejiya dewletê û xeletiyên siyaseta PKK’ê ne. Tirs û şikestinek di nava gel de heye lê helbet ev demkî ye. Ji bo ku em kurd bikaribin rêyeke nû vekin, divê PKK demildest şer rawestîne. Divê em hemû partiyên kurdan bi rêyên siyaseta sivîl li hember vê siyaseta dewletê rawestin. Heta şer hebe dengê siyasetê qels dibe û dewlet jî wê yekê dixwaze. Divê hemû partîyên kurdan bangî dewletê û PKK’ê bikin û li hember vî şerê bisekinin.

Serokên partiyên siyasî yên Kurdistana Bakur, di derbarê bûyerên dawîn de helwesta xwe ji BasNûçeyê re rawe kirin

http://bas-haber.com/ku/news/27965/re-li-siyaseta-sivil-ten-girtin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin