Serokê PAKê Ozçelîk:  "Divê dewletên cîhanê hawara milletê me bibihîzin!"

Serokê PAKê Ozçelîk: "Divê dewletên cîhanê hawara milletê me bibihîzin!"

Îro 71emîn salvegera Komara Kurdistanê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed e. Bi vê helkeftê, Serokê PAKê Mustafa Ozeçelîk li Amedê daxuyaniyek da û Komara Kurdistanê bibîr anî.

A+A-

Nûjîn Onen/BasNews 

Bi helkefta salvegera 71emîn damezirandina Komara Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) li Amedê Komara Kurdistanê bibîr anî.

Îro 71emîn salvegera Komara Kurdistanê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed e. Bi vê helkeftê, Serokê PAKê Mustafa Ozeçelîk li Amedê daxuyaniyek da û Komara Kurdistanê bibîr anî.

Serokê PAKê Mustafa Özçelîk di destpêka axaftina xwe de salvegera Komara Kurdistanê bibîr anî û wiha berdewam kir: Di 22yê çileya paşîn 1946de pêşewa Qazî Mihemed li qada çarçiraya Mehabadê Komara Kurdistanê îlan kir. Komara Kurdistanê bi şerê cîhanê yê dûyemîn ew firsenda ku piştî şerî derketibû holê bi piştgiriya yektiya sovyetê kurdan ji xwe re rêyek dîtin û komara Kurdistanê îlan kirin. Komara Kurdistanê roja hat îlan kirin ji herçar perçeyên Kurdistanê nûnerên miletê kurd li wê derê bûn. Roja ku komara Kurdistanê hat îlan kirin di beriya wê de bi xebatê rêxistinî siyasî milletê kurd gelek gavên pêşketî avêtibûn û di encamê de 1945de Partiya Demokrata Kurdistan îranê  hatibû avakirin. Komara Kurdistanê çawa ku bi piştgiriya yekitiya sovyetê hate damezirandin mixabin piştî ku amerîka brîtanya û yekitiya sovyetê li hevdû kirin dîsa bi vekişandina hêzên soveyetê bi tenê hiştina gelê Kurdistanê piştî damezirandinê 11 meh derbasbû komara kurdistanê hat rûxandin. Ew stratejî hişmendî û bîr û baweriya ku komara kurdistanê li ser hatibû îlan kirin hişmendiye neteweyî û Kurdistanê bû wê hişmendiyê wer kir ku Qazî Mihemed ala Komara Kurdistanê teslîmî Mela Mistefayê Nemir bike ew ala ku pêşewa teslîmî Melle Misfetefa Berzaniyê nemir kiriye bi wî ruhî îro li başûrê Kurdistanê di meşa serxwebûnê bal ê dibe û li ser parlementoya başûrê Kurdistanê hildayê.

 Ji aliyê din ve serokê PAKê bangî dewletên cîhanê kir ku piştgiriya milletê kurd bikin û got: Em li vê derê bangî dewletên cîhanê dikin û bi taybetî serokê nû yê Amerîkayê rêzdar Donald Trump dikin êdî ev neheqiya ku li milletê kurd hatiye kirin ji sykes picot û ji lozanê virdetir êdî divê ji holê rabe hawara milletê me bibihîzin. Li herçar perçeyên Kurdistanê êdî mafê wan heye ku rêya azadiya xwe veke mafê wan heye ku statuyê bidest bixe.

Mustafa Özçelik balkişand ser gengeşeyên li ser serxwebûna Kurdistanê û bangî hemû partiyên başûr kir ku bibin yek û wiha pê de çû: Em bangî hemû partiyên siyasî yê başûrê Kurdistanê jî dikin di demek ku ev nexşeyê herêmê giş tê guhertin,di demek ku serxwebûn hatiye ber deriyê me nabe ku em bi hevdu bikevin,nabe ku em ji ber pirsgirêkên şexsî û grubî qedera milletê xwe paş de bixin. Divê hemu partiyên başûrê Kurdistanê destê xwe bidin hevdu.

Özçelik li ser xebatên destûra Tirkiyeyê jî wiha axivî: Li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê gengeşiyê derbarê destûrê hene û parlementoyê 18 madde ji bo ku biçe referandûmê rê jê re vekir. Destûrên Tirkiyeyê ji damerizandina komara Tirkiyeyê û heta îro li ser hişmendiyek maf,hebûn,ziman û hemu destkeftiyên kurda tune bihesibîne. Ev destûra heyî milletê me û pêkhateyên li Tirkiye û Kurdistanê jî temsîl nake.Ji bo milletê kurd ji bo gelê Kurdistanê û ji bo hemu pêkhateyên Tirkiye gişî jî destûrek nû lazim e û divê hebûna milletê kurd qebul bike. Li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê şerek berdewam dike Partiya Azadiya Kurdistanê di roja ewil de siyaseta xwe zelal kiriye şerê heyî xisarê dide millet û destkeftiyê me em bangî dewleta Tirkiye dikin divê rêya çareseriya siyasî vebe ev rewşa awarte bi ti awayî nikare rewşa heyî çareser bike em bangî PKKê jî dikin şerê heyî teqînên nav bajara xisarê dide milletê me divê şer raweste. 

Serokê PAKê di dawiya axaftina xwe de got: Neviyê Qazî Mihemed careke din di pêvajoyeke dîrokî derbasdibin heger em bixwazin wê rola pêşewa Qazî Mihemed wê alaya ku wî hilda bû îro li welatê xwe li rojhilatê Kurdistanê careke din hildin divê yekgirtinek xurt bê avakirin. Em wek Partiya Azadiya Kurdistanê, pêşewa Qazî Mihemed,Mela Mistefa Barzaniyê Nemir hemu rêvebirên damezrênerên komara Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin