Serokê PAKê Özçelik: Bi prensîbên netewî ji bo tifaqê derîyê me ji herkesî re vekirî ye

Serokê PAKê Özçelik: Bi prensîbên netewî ji bo tifaqê derîyê me ji herkesî re vekirî ye

.

A+A-

Partiyên Kurdistanî eniyeke nû ava dikin û Serokê PAKê jî dibêje, “Em dê pirsgirêkên Kurdan ên netewî bînin rojevê” û herwiha tekez jî kir, jib o tifaqê “deriyê me ji her kesî re vekiriye ku li ser bingehên netewî li hev bikin.”

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet bi Bakurê Kurdistanê behsa rewşa siyasî û dawîn pêşhatan kir.

Ji bo eniyeke nû partî, komele, rêxistin û platformên Kurdistanî amadekariyan dikin. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk derbarê armanca ji pêkanîna vê eniyê amaje bi wê kir ku ev nêzikî 2 sal in biryara avakirina wê eniyê hebû lê ji ber Coronayê pêk nehat.

Ozçelîk got, “Sala 2019an li ser daxwaza Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û PAKê 2 civînên şêwirî hatin encamdan. Di wan civînan de biryar hat dayîn Adara 2020an li Amedê bi beşdariya siyasetmedar, partî û rêxistinên Kurdî konferanseke berfireh çê bikin û pirsa yekîtî an hevkariya netewî gotûbêj bikin. Lê ji ber pancdemiyê ev konferans pêk nehat.”

Derbarê hewldanên pêkanîna yekrêziya netewî û tifaqê jî Ozçelîk dibêje, “Me ji bo tifaqê çarçoveyek daniye lê eger di rojên pêş de li ser prensîbên netewî em lihev bikin derî ji herkesî re vekirî ye.”

Ozçelîk prensîbên PAKê ji bo tifaqê jî wiha rêz kirin, “hebûna gelê Kurd, qebûlkirina hebûna Kurdistanê, statuyeke siyasî netewî ji bo axa Kurdistanê, rêzgirtin li ala Kurdistanê.”

Li ser tifaqa bi HDPê re û helwesta PAKê jî Ozçelîk got “ji ber ku HDP xwe wek partiyeke Tirkiyêî dide naskirin û rêbaza ku HDP dide ber xwe, ne prensîbên netewî û niştimanî ne em wek PAK beşdarî wan civîn û xebatan nebûn.”

Ozçelîk derbarê êriş û metirsiyên li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî dûpat kir ku “dive herkes xwedî li rêveberiya Herema Kurdistanê derkeve. Çi PKK, rêxistinên çekdarî an çi dewletên herêmê û cîhanê bin, divê herkes wê deverê wek fermî qebûl bike.”

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û diyaloga Kurdî ya li wî perçeyî got, “em piştgiriya xwe ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê nîşan didin. Em li gel hevdîtinên PYNKê û ENKSê ne. Li ser lihevkirina Duhokê divê li Rojavayê Kurdistanê îdareyek hevbeş ya leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî bê danîn.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin