Serokê PAKê Mustafa Özçelik li Hamburgê li gel partî, dezgeh û şexsiyetên Kurdan civîya

Serokê PAKê Mustafa Özçelik li Hamburgê li gel partî, dezgeh û şexsiyetên Kurdan civîya

Serokê PAKê Mustafa Özçelik ji bo hinek hevdîtinên sîyasî û dîplomatîk û ji bo beşdarbûna Kongreya Piştgirîya PAKê ya li Ewrûpayê nuha li Almanyayê.

A+A-

Mustafa Özçelik û endamê Meclîs û Komîteya Ewrûpayê ya PAKê M.Ali Yildirim, li bajarê Hambûrgê roja 17.01.2018an li gel grûbeke rewşenbîr û sîyasetvanên Kurd û hevalbendên PAKê hevdînek pêk anîn.

Roja 18.01.2018an jî li gel Platforma Kurdên Hambûrgê ya ji her çer perçeyên Kurdistanê (PAK,PDK-Başûr,PDK-Îran, HDK,PSK, HAKPAR, ÖSP, PDK-S, PYDKS, Partîya Pêşverû, Partîya Yekitîya Kurd li Sûrîyeyê, Partîya Yekitîya Kurdistanê, Partîya Serxwebûna Kurdistanê, Civaka Kurd li Almanyayê,KOMKAR,HEVKAR,Komeleya Jinên Kobanê) civînek li dar xistin.Herdu civîn jî li buroya Komeleya HEVKARê pêk hatin.

Mustafa Özçelik di van hevdîtin û civînan de, di derbarê rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê, yekitîya sîyasî û rêxistinî, yekitîya netewî, Kongreya Netewî, Bloka Kurdî ya Hilbijartinê de bîr û ray û perspektîfên PAKê pêşkêş kir.

Beşdaran jî pirs û nêrînên xwe anîn ziman.

Herdu hevdîtin jî di atmosfereke germ, welatperwerane û dostane de, bi awayekî berhemdar derbas bûn. 19.01.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

hamburg1-002.jpghamburg2-001.jpghamburg4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin