Serokê PAKê Mustafa Özçelik li Berlînê Seredana Dilşad Barzanî yê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Almanyayê kir.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik li Berlînê Seredana Dilşad Barzanî yê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Almanyayê kir.

Serokê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik ligel şandeyeke ji PAKê di roja 26.01.2018an de li bajarê Berlîn a Almanyayê seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Almanyayê kirin.

A+A-

Serokê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik ligel endamê Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê rêzdar Mehmet Gül, endamên Meclîsa PAKê rêzdaran M.Ali Yildirim û Sîrac Kirici di roja 26.01.2018an de li bajarê Berlîn a Almanyayê seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Almanyayê kirin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Almanyayê Rêzdar Dilşad Barzanî li gel Berpirsiyarên Ewrûpayê (Leqa 6) yên PDKyê Rêzdaran Fewzî Ayad û Behcet Masîfî pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

 

Rêzdar Mustafa Özçelik ji bo vê pêşewazîyê spasîya Rêzdar Dilşad Barzanî kir û di derbarê rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê û rûdanên rojane de bîr û ray û perspektîfên PAKê pêşkêş kir.

 

Rêzdar Dilşad Barzanî jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û peywendîyên Almanyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de agahdarî da.

 

Hevdîtin di atmosfereke germ, welatperwerane û dostane de, bi awayekî berhemdar derbas bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin