Serokê PAKê Mustafa Özçelîk li Amedê Konferansek da

Serokê PAKê Mustafa Özçelîk li Amedê Konferansek da

Doh Serokê PAKê Mustafa Özçelik, li ser rûdanên dawîn li Başûrê Kurdistanê li Amedê konferansek da. Serokê PAKa Rojhilat û Serfermandarekî Pêşmergeyê Huseyn Yezdanpena jî bi telefonê tevlî konferansê bû û hin agahî bi Bakuriyan re parve kir.

A+A-

Yezdanpena: Plana dagirkirina Kerkûkê beriya referandûmê hatibû sazkirin

Serfermandar Yezdanpena li ser dagirkirina Kerkûkê bi eşkere got pêşbînî ev bû ku da ku ‘Heyva ‘Şi’a’ ya Îranê bê avakirin, Îranê beriya referandûmê ji xwe re kiribû armanc ku Kerkûkê dagir bike ku ev plan piştî operasyona Hawîceyê êdî pir zelal bûbû û ev êrîş bi serpereştiya efserên Îran û Hizbullahê Lubnanî û bi çekên Emerîka, Îran, ji aliyê leşkerên Iraq û Heşdî Şeabî bi fermandariya Qasim Silêmanî hatiye encamdan.

Yezdanpena, behsa vekişînê jî kir û got ku piştî çend fermandarên YNKê sengerên xwe vala kirin hêzên Pêşmergeyê naçar man xwe paşve bikêşin û got: “Mixabin 16ê heyva borî Kerkûk hate dagirkirin û bi hezaran kurd hatin awarekirin û malên kurdan li Duzxurmatû, Daqûq hatin kavilkirin û şewitandin û bi hezaran ereb li cihên kurdan hatin bicihkirin.”

Yezdanpena kirpand ku armanca dagirkeran dagirkirina Hewlêrê û hemû deverên Kurdistanê bû, ev plana Îran, Iraq û Tirkiyeyê bû lê vê plana dagirkeran hate pûçkirin.

Yezdanpena, behsa têkoşîna li Pirdê jî kir û got 19ê meha borî wexta hêzên Iraq û Heşdî Şeabî û Hizbullahê Lubnanê hatine Pirdeyê Pêşmergeyan soz da ku heta dawiyê bergiriyê bikin û bi vî awayî êrîşa Iraqê hate şikandin, tankeke bi cûreyî Epramz ya Emerîkî hate şewitandin û çendîn leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndarkirin û dûvre leşkerên Iraqê daxwaza sekinandina şerî ji Pêşmerge kir, li ser vê jî Pêşmergeyan wisa bersiva wan da: ‘Em êrîşê nakin, bi tenê bergiriyê dikin.’ Serfermandar Yezdanpena got ku Şerê li Pirdê destaneke mezin bû li dîroka kurdan.

Yezdanpena rewşa siyasî ya dawîn jî nirxand û got Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze li ser Destûra Iraqê li hev bikin lê xuya ye Iraq naxwaze pirsgirêkên digel Hikûmeta Herêmê çareser bike. Her wiha Yezdanpena got êrîşên li dijî kurdan bi piştgiriya Emerîka û Brîtanyayê hate kirin lê berxwedana li Pirdê, li Mehmûdiyê û li Pêşxebûr helwesta van welatan jî guhert.

Li ser referandûmê jî Yezdanpena got heke referandûm nehatiba kirin jî ev dagirkerî û êrîş dê bihata encamdan lewre çendin salan e ku Iraqê dixwast Kerkûk û herêmên dinan dagir bike.

Mustafa Özçelik: Dagirkirina Kerkûkê, dagirkirina îradeya ji %80î ye

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik di konferansa xwe de pêşî anî ziman ku referandûm jî encama wê jî mafekî rewa û meşrû ye û dagirkirina Kerkûkê jî dagirkirina îradeya ku bi encama ji %80 derketiye holê ye û wisa pêde çû: “Digel dilşikestinan, gilî û gazinan û rexneyan; îro ev roj e ku em digel xwişk û birayên xwe yên Başûrî bibin û destkeftinên wan biparêzin. Weke Rêzdar Yezdanpena jî got armanca dagirkeran ev bû ku werin heta Îbrahîn Xelîl û Zaxo û heta Parlamentoya Kurdistanê jî dagir bikin û rêveberiya federe jî ji holê rakin. Divê em bi vê zanêbûnê, îradeya gelê kurdistanê xwedî derkevin.”

Özçelik, bi beşdarvanan re hin agahî derbarê erdnîgarî û etngrafyaya Kurdistanê de dan û got ji 2007an û vir de li van herêmên mijara madeya 140î ên ku ji %48 xaka Kurdistanê ye diviyabû referandûm bihata kirin lê Bexda heta îro referandûm nekiriye. Ev ji %48 xaka kurdan,  2 qet ji xaka Îsraîlê mezintir e. Her wiha Özçelik got ji bo ev xaka kurdan a girêdayî xala 140.î  ye nekeve destê DAIŞê sê salên dawîn de 1700 Pêşmerge şehîd bûye û 10 000 jî birîndar bûne, di nava saetekê de bê şer û pevçûnekê kete destê dijminan. Özçelik bibîrxist ku piştî rejîma Sedam ji hêla Emerikayê ve hate rûxandin Bexda û Herêma Kurdistanê rûniştin û destûrek ava kirin û li gor vê destûra ku 2005an de hate qebûlkirin 3 bajar (Hewlêr, Duhok, Silêmanî) wek herêma fedare hate qebûlkirin û herêmên dinan ên ji %48 xaka kurdan pêk tê bi Xala 140î ve hate girêdan ku rojekê bi referandûmekê wê zelal bibe ku bi kîjan aliyê ve bê girêdan. Özçelik got “Dadgeha Federal a Iraqê ku ji 2007an û vir de negot divê li van herêman referandûm bê kirin û gava ku 55 xalên destûra Iraqê qet nedihat bicihkirin, dengê xwe dernedixist, lê îro ji %93 îradeya gelê Kurdistanê re dibêje ne destûrî ye. Pir eşkere ye ku biryara Dadgeha Federal a Iraqê biryareke yekalî ye, siyasî ye ne hiqûqî ye, şovenî ye û naye qebûlkirin.”

‘Herêma Kurdistanê nimûneya azadî û demokrasiyê ye’

Özçelik, hinek behsa atmosfera siyasî û çandî ya Başûrê Kurdistanê jî kir û got, digel pirsgirêkên rêvebirî, aborî û siyasî, li hember dewletên cîran, Herêma Kurdistanê nimûneyeke û giraveke balkêş e bo azadî û demokrasiyê û wisa domand: “Li başûr benda hilbijartinê tune, 5 zimanên fermî hene û hemû pêkhateyên olî û mezhebî têne temsîlkirin û her wiha Hikûmeta Kurdistanê beyî ku hejmar an rêjeya hilbijêran binêre kontenjan veqetandiye hemû pêkhateyên etnîk ku li parlamentoyê bêne temsîlkirin.”

‘Ji %93 ‘erê’ helwesteke dîrokî û bi zanayî ye’

Özçelik, hinekî behsa pêvajoya referandûmê kir û got wexta mijara referandûmê kete rojevê ji bilî Goran û Komeleya Îslamî partiyên siyasî û hemû pêhateyên etnîkî biryara referandûmê girtin û wexta hate dîtin ku referandûm tekez wê bê kirin Komele û Goran jî roja dawiyê gotin em ê bêjin erê û wisa domand: “Bifikirin dinya alem giş li dijî te ne û hin pêhateyên navxweyî jî li dijî derdikevin û encam çi derket:% 93 erê’ Ev encam, encameke dîrokî ye û îradeyeke bizanebûnî ye. Ji Herêma Kurdistanê zêdetir ji navçeyên mijara madeya 140î ‘erê’ derket. Bo nimûne li Kerkûkê ji %80, li Şingalê ji %93.. û ne ji tirsê ye, ku ji tirsê bûya diviyabû xelk neçûba ser sendoqan lê bêşdarbûn ji % 72 bû. Ev peyamek bû ku xelkê li herêmên navçeyên mijara madeya 140î gotin em dixwazin li Kurdistaneke serbixwe bijîn. Kes nikare vê vînê hilweşîne û heqê kesî tune.”

‘Emerîka û Brîtanya li dijî referandûmê bûn’

Özçelik got 3-4 roj berî referandûmê li Dihokê Serokê Herêmê digel McGurk û konsolê Brîtanyayê civiyayê û jê re gotine ‘ev, a me dawî ye divê hûn referandûmê talox bikin’ bes Serokê Herêma Kurdistanê red kiriye û wisa dom kir: “Helbet ev ultîmatomek bû û gelek çavdêrên siyasî û şîroveker digotin Emerîka û Birîtanya ji ber vê helwesta referandûmê dê paşê kurdan bi awayekî ceza bike. Heta ku hate gotin ku piştî mitînga Hewlêrê Îsraîl û Erebîstana Siûdî jî gotine a baş ev e ku referandûmê talox bikin.” Özçelik got pirs ev e digel lidijîderketina hemû derûdorên navdewletî û navxweyî gelo Birêz Mesûd Barzanî ev referandûm çima talox nekir?

Özçelik li ser vê jî got 2 wêne li ber me ye ku bersiv tê de ye: “A yekê; piştî Bexdayê Kerkûk dagir kir berê xwe da Hewlêrê, xwestin Hewlêrê jî dagir bikin û federalîzmê ji holê rakin. Jixwe Bexdayê niyeta xwe bi fermî îfşa kiriye. Budce daxistiye ji %12.5an û navê Herêma Kurdistanê ku di destûrê de diyarkiriye ji holê rakiriye, kiriye ‘Parêzgehên Bakurê Iraqê’. A duduyan; Cîgirê Serfermandarê Heşdî Şeabî ku divê bê zanîn, di fîîliyatê de Heşdî Şeabî esasê artêşa Iraqê bixwe ye, 10 rojan beriya referandûmê di roportajekê de got ‘dibêjin Kurdistan, lê ev Kurdistan ji kur destpê dike û li kur diqede. Em dibêjin bila herêm tune bin, bajar weke eyaletan girêdayî Bexdayê bin.’ Vî camêrî, Herêma Kurdistanê ku di Destûrê de hatiye nîşandan û pênasekirin bi eşkere red dikir, tune dihesiband.”Özçelîk got ev herdu elamet, helwesta Îran û Iraqê didin nîşandan ku tu elaqa êrîşan bi referandûmê tune. Iraqê digel Îranê bi mehan beriya referandûmê plana dagirkirinê saz kiribûn, ferefandûm kirin hincet. Özçelik bibîr xist Heşdî Şeabî û leşkerên Iraqê hatin êrîşî Pirdê ku 25-30 km ji Hewlêrê dûr e û gotin em ê werin Parlamentoya Kurdistanê û balafirxaneya Hewlêrê bi dest bixin: “Wêne pir zelal e, divê em nebêjin me referandûm kir me malik li xwe xirab kir.”

Özçelik got ne pêkan e Cenabê Serok Barzanî van hesaban nekiribe û wisa dom kir: “Bi ya min Kak Mesûd pêşbînî li van xetereyan kir û got em referandûmê bikin jî nekin jî dê êrîş bikin, qet nebe ez referandûmê bikim bila werin êrîşî Kerkûka ku ji %80 gotiya ‘erê’ bikin. Ku referandûm nekira gengeşî lê heba, l3e piştî referandûm kir gengeşî tune û Kerkûk digel ji %80 ligel serxwebûnê ye. Meşrûiyeta referandûmê jî hinekî ji vir tê.”

 

Şikest çawa qewimî?

Mustafa Özçelik li ser rûdanên li Kerkûkê qewîmîn got: “Şikest û dagirkirina Kerkûkê encama plana Iraq û Îranê û piştgiriya Tirkiyeyê, çavniqandina Emerîka û Brîtanyayê û îxanet, xeletî, şaşitî û kêmayiyên navxweyî bû. Wisa diyar e ku di paşvekêşana Kerkûkê ya hêzên pêşmergeyên PDKê û yên Kak Kosret Resûl faktora esasî rêlibergirtina şerê navxweyî ye.”

 ‘Siyaseta niha tê meşandin divê destkeftiyan biparêze!’

Özçelik da zanîn aniha digel Bexdayê li ser destûrê danûstandinan têne kirin û pêvajoyekê li ser esasa parastina destkeftiyên heyî tê meşandin û hişyar kir: “Berî her tiştî lihevkirinek hebe lê em dibînin kêşeya herî mezin di nav YNKê de heyePiştî vê şikestinê babetên girîng; parastina referandûmê, destkeftiyên heyî ne. Aniha Rêzdar Nêçîrvan Barzanî pêvajoyekê dimeşîne bo yekrêziya navxweyî, lê ya girîng ev  ku divê îradeya referandûmê bê parastiin. Mafê tu partî û şexsiyetan tune ye ku referandûmê tune bihesibînin.”

Özçelik di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir şikesta Kerkûk û navçeyên din de gelek pirsên bê bersiv hene û wisa domand: “Dibe ku tiştin hebin îro ne diyarkirî ne û siberojê wê derkevin holê. Elbete ku di derbarê vê şaikestê de lêkolîn û mihasebeyek maqûl û berfireh bê kirin. Divê gelê me bizanibe li Başûrê Kurdistanê çi qewimî. Ev jî vazîfeya hemû partiyên siyasî yên li Başûr in.

Özçelik bale kişand ser helwesta Emerîka û hêzên navdewletî û got “eşkere ye helwesta Emerîkayê weke beriya referandûmê ye ku dibêjin ‘em di nav Iraqeke xurt de Kurdistaneke xurt dixwazin.’ Emerikayê kurd anîn cihê ku dixwastin lê baweriya min ev e ku têkşikestina ji virê zêdetir Emerîka jî naxwaze û her wiha Emerîka naxwaze Başûrê Kurdistan bibe du beş.

Özçelik di dawiya axaftina xwe de dubare kir ku divê vîna referandûmê bê parastin û got: “Kerkûk dilê Kurdistanê ye, îro hatiye dagirkirin lê ev naye vê wateya ku hetahetayê dagirkirî bimîne. Helbet wê bê rizgarkirin û serxwebûn jî dê di wexteke maqûl de bê îlankirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi yekrêziya pêşmerge, partiyên siyasî û gelê Kurdistanê heye. Parastin û lêxwedîderketina destkeftiyên federe jî erkeke sereke ye.”

Piştî dawiya konferansê Serokê PAKê Mustafa Özçelik, pirsên beşdarvanan bersivand. Beşdarvan jî bi şîrove û nirxandinên xwe reng dan konferansê. Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş û gelek siyasetmedar, nûnerên dezgehên sivîl û rewşenbîr jî beşdarî kanferansê bûn. konferans2.jpgkonferans3.jpgkonferans4.jpg

konferans5.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin