Serokê PAKê Mustafa Özçelik:" Em piştgirê projeya serxwebûnê ne"

Serokê PAKê Mustafa Özçelik:" Em piştgirê projeya serxwebûnê ne"

Nûnerên Partiyên siyasî yên Bakur derbarê danûstendina Hewlêr û Bexdayê de ji BasNûçe’yê re axivîn.

A+A-

Nûnerên Partiyên siyasî yên Bakur derbarê danûstendina Hewlêr û Bexdayê de ji BasNûçe’yê re axivîn. Nûnerên partiyên siysî destnîşanî bi dîplomasiya Hewlêr û Bexdayê dikin û eşkere dikin ku Hewlêr û Bexda dikarin weke Komara Çek û Slovakya ji bê şer û pevçûn ji hev cûa bibin û serxwebûn mafê rewa yê milletê kurd e. Nûnerên partiyan derbarê vê seredanê û encam û bendewariyên wê de wiha gotin:

Serokê PAKê Mustafa Özçelik:" Em piştgirê projeya serxwebûnê ne"

Daxwaza serxwebûnê edî ji daxwazeke siyasî bihûriye ev êdî berdewamiya jiyana gelê Kurdistanê ye û tişteke zarûrî ye. Demeke ku di Rojhilata Navîn de nexşe tên guhertin, kurd ji bo serxwebûnê ne xwedî bernameyeke hevbeş in, ne yekgirtî ne. Ew jî destê kurdan lawaz dike. Serlêdana Bexdaye Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî û şande ya li gel em hêvî dikin ku destpêkirina pêvajoya serxwebûnê de bibe gaveke girîng. Başûrê Kurdistanê dewleteke konfedere û an jî dewleteke serbixwe divê bi hemû partiyên xwe, xwedî helwesteke yekgirtî bin. Ev peyvireke dîrokî ye.

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê hêvî û çirûskeke mezine ji bo hemû kurd û Kurdistaniyên cîhanê. Em piştgirên projeya serxwebûnê ne. Bi ya me kurd bi her awayî, ji gelek dewletên cîhanê hîn baştir û asantir dikarin dewleta xwe îdare bikin. Gelek dewletên cîhanê bi tu awayî nabin nêvîyê Kurdistanê, lê dîsa jî xwedî dewlet in. Divê em hemû kurd ji partîyên Başûr re bêjin;“Êdi bes e. Mafê tu kesî tune ye ku vê firsenda dîrokî ya li ber derîyê me, jiber berjewendîyên şexsî, hizbî, komî, herêmî ji dest berdin û rê li ber pêşroja azad û serbixwe ya Kurdistanê bigrin.’’

Berdewama wê:
http://bas-haber.com/ku/news/24850/hewler-bexda-dikarin-bi-astiyane-cuda-bibin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin