Serokê PAKê Mustafa Özçelik di Newrozê de axivî

Serokê PAKê Mustafa Özçelik di Newrozê de axivî

PAKê di şeva 21.03.2018an de li Amedê Newroz pîroz kir. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di vê pîrozbahîya Newrozê de axivî:

A+A-

Bi tifaqa netewî, bi rihê Kawayê Hesinkar divê em li hember zilmê rawestin

Weke gelek caran em îsal jî Newroza xwe di bin ewrên reş de pîroz dikin.

Weke gelek caran bi xweşî û nexweşiyên xwe ve em îsal jî Newroza xwe pîroz dikin.

Lê Newroz, cejna berxwedanê ye, cejna serhildanê ye, cejna yekgirtinê ye.

Newroz ji nû ve vejîn e.

Bi kurd û ermen û suryanî, ereb û tirkên xwe ve, bi misilman, êzidî, xiristiyan, cihû, elewî û bi hemû dîn û mezhebên xwe ve; gelê me yê cefakêş: Bi hestên xwe yên Kurdistanî dibêjim Newroza we pîroz be.

Nûnerên partiyên siyasî, dezgehên sivîl û ragehandinê,

Siyasetvan, rewşenbîr, hunermend û nivîskarên rêzdar,

Xuşk û birayên delal!

Kawayê Hesinkar 2630 sal berê, li hember Dehaqê xwînxwar agirê azadiyê pêxist û dawî li zilma wî anî.

Lê ji wê rojê heta îro gelek caran KAWAyên nemir agirê azadiyê geş kirine û gelek caran azadî jî , KAWAyên nemir jî di hembêza Newrozê de şehîd ketine.

Newroz rojekê di hembêza Pîran, rojekê di ya Dêrsimê , di ya Mehabadê , di ya Barzan de şehîd ket.

Newroz rojekê di himbêza Helebçeyê şehîd ket.

Û îro careke din Newroz di hembêza Kerkûkê de, di hembêza Efrînê de şehîd dikeve.

Dijminên miletê kurd bi kîn û nefreta xwe, peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê hildiweşînin…

Rast e em li gel hemû êş û xemên xwe ve, di van şertên gelek dijwar de derbas dibin.

Lê heger em li dîrokâ xwe binerin em ê bibînin ku miletê me gelek Newroz bi vê şêweyê derbas kirine.

Ez bawer dikim dema ku Kawayê Hesinkar dawî li zilma Dehaqê xwinxwar anî, rewşa gelê me ji ya me ya îro ne baştir bû.

 

Roja ku Komara Kurdistanê li Mehabadê şikest xwar û Pêşewa Qazi Mihemed alaya Kurdistanê teslîmî Mele Mustafa Barzaniyê nemir kir û ew û 500 hevalên xwe ber bi Sowyetê ve bi rê ketin...wê demê..wê şikestinê..û rewş û helwesta Mele Mustafa Barzanî bînin ber çavên xwe..Ez bawer nakim ku rewşa wan ji ya me ya îro baştir bû.

Piştî şikesta 1975an ,rewşa Başûrê Kurdistanê û bi giştî ya kurdan bînin ber çavên xwe…Ez ne bawerim ku rewşa wan ji ya me ya îro baştir bû.

 

Şertên Hepsa Diyarbakirê yên piştî darbeya 12ê ilona 1980î bînin ber çavên xwe.... wê zilm û wehşetê bînin ber çavên xwe.. ... wî faşîstê Esad Oktay Yıldıran bînin ber çavên xwe …wan şertên ku nehatibû bîra Hîtlerê faşîst jî bînin ber çavên xwe…Ez dibêjim şertên Hepsa Diyarbekirê ji şertên me yê îro ne baştir bû.

Piştî jenosîda Helebçeyê, ya Barzaniyan û Enfalê, rewşa gelê me yê Başûrê Kurdistanê bînin ber çavan..Ez bawer nakim rewşa wan ji rewşa me ya îro baştir bû.

Belê me gelek caran ev ewrên reş dîtine.

Lê bi berxwedanê, bi hêvî, bi sebir, bi bawerî, bi dilsozî, bi ked û bi têkoşîneke bê westan, gelê me wan ewrên reş belav kirine û tu şika me tune û divê tunebe jî, ku emê van ewrên reş yên heyî jî ji holê rakin.

Baş e ma me çi kiribû ku em tuşî van neheqî, jenosîd û wêraniyan dibin.

Belê, ne ji ber ku me tiştekî xerab kiriye ev tişt têne serê me.

Ne bapîr û dapirên me û ne jî me, tiştekî ku em jê şerm bikin me nekiriye û em nakin jî.

Em neviyên Şêx Seîdê Kal, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzaniyê Nemir in.

Em weke bapîr û dapîrên xwe bi dilsozî, bi fedekarî, bi niyeteke paqij, bi hestên netewî li doza azadî, rizgarî û serxwebûna welat û miletê xwe xwedî derdikevin.

Lê yên ji van qetlîam û êrîş û kuştin û neheqİyan , ji vê zilmê divê şerm bikin hene.

Ewên ku bi sedan sal e miletê me, gelê me dikujin, zilmê li me dikin û welatê me di bin nîrê bindestiyê de dipelçiqînin..…Belê dive ew ji xwe şerm bikin.

Lê heger em weke milet, bi dilekî şikestî û bi stûxwarî behsa kêmayiyeke xwe, behsa birîna xwe ya dirokî ya kûr bikin ... ew jî bêtifaqî, lawaziya hişmendiya netewî, kurmê darê û xencera jahrî ne.

Mixabin em nifşên nû jî, em wê nexweşiya bav û kalên xwe her di laşê xwe de zindî dikin, em birîna xwe ya dîrokî her kûrtir dikin.

Bi bêtifaqî û bi lawaziya hişmendiya netewî û bi lawaziya hişmendiya dewletbûnê em nifşên nû jî îspat dikin ku bi rastî jî em kurd in.

Lê êdî bes e. Êdî divê em bêjin bes e.

Êdî divê em dawî li vê nexweşiyê bînin.

Divê em bi hişmendiya netewî, bi tifaqa netewî vê birîna xwe bipêçin.

Newroz bila careke din li ber deriyê serxwebûnê şehîd nekeve.

Bila careke din ked û xebat û bedel û destkeftiyên me bi wan siyaset û kiryarên şaş yên ji hişmendiya netewî dûr, di xendek û barîkatan de binax nebin.

Bi deh hezaran cangoriyên doza azadiyê bi keda xwe, bi canê xwe nehiştine ala Kurdistanê û doza azadiyê li erdê bikeve. Bila careke din tu kes nikaribe keda wan cangorî û kedkaran, armanca wan a birûmet, nirxên wan ên netewî û wê ala pîroz tune bihesibînin, red bikin.

Ji bo em bikaribin rê li ber van şikestinan bigirin, gava yekem bi hişmendiyeke netewî tifaqa nav mala me ye. Li Kerkûkê jî, li Efrînê jî, li Mehabad û Amedê jî kilîda ewil ya serkeftinê ev e.

Belkî destê me nagihîje her derê. Lê ka em ji xwe, ji Bakurê Kurdistanê dest pê bikin.

Me weke PAKê di roja ewil de rêbazek daye ber xwe, Em dibêjin:

Yên dikarin di nav yek partiyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila tifaq û hevkariyan bikin; yên nikarin hevkariyan bikin bila di nav diyalogê de bin; yên nikaribin diyalogê jî bikin bila dijminatiya hevdu nekin.

Îro li Bakurê Kurdistanê weke nan û avê pêwîstiya me bi tifaq û hevkariyên netewî, Kurdistanî heye. Bêyî ku kes xwe li ser kesî ferz bike, bi nefsbiçûkî, bi dilsozî, pêwîstiya me bi tifaqeke li ser bername û nirxên netewî û demokratîk hatiye hûnandin heye.

Lê bi ya me ji bo ev tifaq bikaribe rola xwe bilîze pêwîstiya me bi partiyeke xurt, girseyî, dînamîk, bi keda gênc û jinan ve hatiye hûnandin; bi partiyeke netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî heye. PAK di vê meşê de bingeheke esasî ye. Lê ev potansiyel belavela ye. Heyf e. Ji bo geşkirina vê pêwîstiyê em ji dil û can careke din dubare dikin: Di vê meşê de ne navê PAKê, ne jî Serokê PAKê, ne xetên sor in; navê tu serokan, navê tu partiyan ji doza azadiya gelê me ne mezintir e, ne pîroztir e. Divê em vê birîna xwe bi awayekî maqûl bipêçin.

Lê mixabin tu alî, tu grûb û tu partiyan heta niha xwe nedane ber vê pêwîstiyê.

Ji bo wê jî em bangî hemû kadroyên netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî dikin: PAK partiya we ye, werin li partiya xwe xwedî derkevin; da ku em bi hevdu re, bi dengekî xurtir, zextê li wan dor û ber û grûb û partiyên ku em weke hevdu difikirin bikin. Em her dem ji bo pêkanîna vê pêwîstiyê amade ne. Her roja ku derbas dibe ev pêwîstî hîna zêdetir derdikeve pêş me.

Ji bo tifaqeke netewî ya dûr û dirêj, hilbijartinên 2019an dikare bibe destpêkeke baş.

Di sala 2019an de dê hilbijartinên şaredariyan, Parlamento û Serokkomariyê li dar bikevin. Her çiqas, gelek bend û astengî li ber îradeya azad a gelê me hebin jî, siyaset û kiryarên Dewleta Tirkiyeyê yên vê dawiyê, ew destkeftiyên heyî jî ji holê rakiriye. Êdî Dewleta Tirkiyeyê wiha kiriye ku, tu şaredariyan jî bistînî, tu herî parlamentoyê jî, bi qanûnekê, bi biryarekê hemû destkeftinên te dikarin ji dest biçin, tune bêne hesibandin. Lê dîsa jî divê em vê platformê vala nehêlin. Divê bi taybetî di hilbijartinên şaredariyan de em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Êdî careke din jî aşkere bûye ku di mesela kurdan de, di mesela demokrasî, azadî û edaletê de tu ferqa AKP, CHP, İyi Parti, MHPyê ji hev tune. Bila tu kes careke din berê gelê me nedin van partiyan. Divê em bibin ‘’Em’’.

Em careke din bangî kurd û Kurdistaniyan dikin. Divê em ji hemû partiyên ku dibêjin ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ re bêjin ‘na’ û em alternatîfa xwe ya Bloka Kurdî ava bikin. Bi tifaqa netewî-demokratîk a ji bo hilbijartinan a ku li ser bernameyeke asgarî ya netewî-demokratîk bê ava kirin, divê em wekî aliyê kurd û Kurdistanê tevbigerin. Divê em bi siyaseteke bi şexsiyet tevbigerin û berjewendiyên netewî bidine pêş.

Dost û hevalên hêja!

Belê îro Efrîn hatiye dagirkirin.

Efrîn di bin xetereya jenosîdê de ye. Û ne diyar e dê çi li rewşa Rojavayê Kurdistanê were.

Dewleta Tirkiyeyê dibêje ez nahêlim li tu derê cîhanê kurd bibin xwediyê statuyeke siyasî, dibêje ez nahêlim kurd tu mafan bi dest bixin û Efrîn dagir kiriye.

Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî, li dijî miletê kurd, li dijî gelê Kurdistanê weke her caran bûne yek û plan û stratejiyên piralî û qirêj li dar dixin.

Dewletên mezin ên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî çavên xwe ji dagirkirina Kerkûkê, ji êrîşa li ser Efrînê, ji êrîş û planên van her çar dewletan digirin.

Êdî ji bo careke din peykerên rêberên me neyên hilweşandin, divê em li xwe vegerin.

Li Rojavayê Kurdistanê destpêka her tiştî tifaqa nav mala Kurd e. Heta ku ew Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê bi cîh nebin mixabin kurd dê her di bin lingên dewletên dagirker de bipelçiqin û wê her bibin qurbaniyên berjewendiyên dewletên mezin.. Û yên ku van Mitabaqatan bi cîh naynin dê li hemberî dîrokê berpirsyar bin.

Dewleta Tirkiyeyê hîna jî bi siyaseta xwe ya ku ev e 95 sal in didomîne, miletê kurd tune dihesibîne. Hîna jî bi şer û kuştin û îmhayê dixwaze gelê me û doza me ji holê rake. Hîna jî zimanê me qedexe ye. Hîna jî tu mafên me nehatiye qebûlkirin. Hîna jî Dewleta Tirkiyeyê gelê me dixapîne û dibêje ji ber ku şer heye, xwedê giravî ‘teror’ heye, em nikarin tu gavên ji bo mafên we bavêjin. Ev derew e.

 

Ez li vê derê bangî Dewleta Tirkiyeyê dikim, dest ji vê siyaseta xapandinê, siyaseta şerî û înkarkirinê berde. Ev siyaseteke pûç e, bê encam e. Werin em bi rêyên aştiyane, bi rêyên siyasî li ser maseyê rûnin û rêya çareseriyê vekin. Mixatabê vê meseleyê hemû partiyên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê ne.

Îradeya di referandûma serxwebûna li Başûrê Kurdistanê derketİye holê , êdî weke zarokekî xwedêdayî ye. Tu kes dê nikaribe vî zarokî tune bihesibîne. Dagirkirina Kerkûkê, tunehesibandin û binpêkirina vê îradeya meşrû, demokratîk û dîrokî ya gelê Kurdistanê ye. Lê tu şika me tune ye û divê tunebe jî; ew Kerkûka dagirkirî dê bê rizgarkirin û li Başûrê Kurdistanê serxwebûn dê bê îlankirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê her roj bi dehan Kurd têne darvekirin; Dewleta îranê bi planên terorî pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê qetil dike.

Lê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê jî berdewam e. Çawa ku jenosîd û qetlîaman, şer û êrîş û hepskirin û wêrankirinan, heta îro nekarîbûye gelê me ji doza azadiyê vegerîne, ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.

Belê, em divê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqiyê, bi tifaqa netewî, bi hişmendiya netewî û bi hişmendiya dewletbûnê bipêçin.

Tu şika me tune ye û divê tunebe jî: Emê miheqeq bi serkevin.

Bijî Newroz

Bijî Azadî

Bijî Kurdistan

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin